Rêxistinên tenduristiyê: Dema em dixebitin em naxwazin bimirin

img
AMED - Di çalakiya, şermezarkirin êrîşa li dijî Dr. Ahmet Azîzoglu yê li Zanîngeha Dîcle ku berî du rojan ji aliyê xizmên nexweşekê ve pêk hat de, hat gotin “Dema  em dixwazin bidin jiyîn, em naxwazin ji jiyana xwe bibin. Em dixwazin tedbîrên pêwîst bên girtin.”
 
Şaxa SES'ê ya Amedê, Odeya Bijîşkan a Amedê, Odeya Bijîşkên Diranan a Amedê û Yekitiya Asîstanan a Fakulteya Tipa Zanîngeha Dîcle, ji bo şermezarkirina êrîşa li ser Dr. Ahmet Azîzoglu yê li Zanîngeha Dîcle ku berî du rojan ji aliyê xizmên nexweşekê ve hat derpkirin, dê li ber Servîsa Lezgîn a Zanîngeha Dîcl daxuyanî bidin çapemeniyê.  (13.15)
 
Rêxistinên tenduristiyê ji bo Dr. Ahmet Azîzoglu yê di Serwîsa Lezgîn a Naxweşxaneya Zanîngeha Dîcle ya Amedê rastî êrîşa xizmên nexweşekê hat, bertek nîşan dan. Rêveber û endamên Şaxa SES'ê ya Amedê, Odeya Bijîşkan a Amedê (TTB) , Odeya Bijîşkên Diranan a Amedê û Yekitiya Asîstanan a Fakulteya Tipa Zanîngeha Dîcle (TDB), li ber avahiya Serwîsa Lezgîn a nexweşxanê daxuyanî dan çapemeniyê û bertekên xwe nîşan dan. 
 
Endamê Konseya Navenda TTB’ê Halîs Yerlîkaya berî daxuyaniyê axivî û wiha got: “Ji tundiya li dijî xebatkarên tenduristiyê êdî bese.”
 
Li ser navê rêxistinên tenduristiyê endamê TTB’ê Mustafa Mesutkaya daxuyanî da û wiha axivî: “Êdî em naxwazin dibin van şert û mercan de bixebitin. Em naxwazin bên kuştin, birîndar bibin û rastî heqaeretan bên. Em ji bo hemû  hevalên xwe û kedkarên tenduristiyê dibin derbas bûyî be. Emê şopdarên daxwazên xwe bin. Em bi biryarin ku têkoşîn vê yekê bidin.”