Li Amedê ji bo xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê dayikê bang hate kirin

Parve bike:

AMED - Platforma Tenduristiyê ya Amedê, xwest mafê tenduristiyê yê bi zimanê dayikê bi qanûnan bê misogerkirin û got: “Êdî di xizmetên tenduristiyê de pergala pirzimanî şert e.” 

 
Platforma Tenduristiyê ya Amedê di çarçoveya çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî de li ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Tenduristiya bi zimanê dayikê hilma jiyanê ye” hat hilgirtin û dirûşmên “Bê ziman tenduristî nabe”  û “Zimanê me rûmeta me ye” hatin berzekirin.
 
Sekreterê Odeya Bijîşkan a Amedê Muhammed Can di daxuyaniyê de diyar kir ku ne li nexweşxaneyan ne jî li dibistan û saziyên din dema ew bi Kurdî diaxivin kesekê bersivê bide wan nîne û got: “Em ji heval û gelê xwe re dibêjin li her derê bi zimanê xwe biaxivin. Divê her kes hînî zimanê xwe bibe û li her derê bi zimanê xwe biaxive.” 
 
Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) a Amedê Mehmet Nûr Ulus jî metna daxuyaniyê xwend. Ulus, girîngiya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî vegot û anî ziman ku ew ê heta dawiyê daxwaza mafê perwerde û xizmetên tenduristiyê yên bi zimanê dayikê bikin. 
 
GIRÎNGIYA ZIMANÊ DAYIKÊ YA DI DEMA TEDAWIYÊ DE 
 
Ulus, bi domdarî îşaret bi têkiliya nexweş û bijîşkan kir û ev tişt anî ziman: “Di danîna teşhîsa nexweşiyê de anamnez yek ji gavên herî girîng e. Anamneza rast û saxlem tenê bi sazkirina têkiliyeke baş a di navbera nexweş û bijîşk de pêk tê. Ev têkilî jî tenê dema ku nexweş û bijîşk heman zimanî biaxivin, anku bi zimanê dayikê, pêk tê. Ketina kesekî sêyemîn (wergêr) di navbera wan de nepeniya agahiyên nexweş binpê dike û astengiyan çêdike.”
 
‘KURDÎ BI AWAYEKÎ SÎSTEMATÎK TÊ ASTENGKIRIN’
 
Bi domdarî Ulus destnîşan kir ku newekheviyên di qada tenduristiyê de encama polîtîkayên sîstematîk û siyasî ye û wiha pê de çû: “Polîtîkaya qedexekirina Kurdî, di pergala tenduristiyê de jî rasterast xwe nîşan didin. Di saziyên tenduristiyê de xizmeta bi Kurdî bi awayekî sîstematîk tê astengkirin. Materyalên agahdarkirinê, form û amûrên ragihandinê yên bi Kurdî tune ne. Ev rewş bi taybetî jinan, kal û pîran û kesên koçber ji pergala tenduristiyê dûr dixe.”
 
DAXWAZ 
 
Ulus, herî dawî jî ev daxwaz rêz kir: “Mafê tenduristiya bi zimanê dayikê divê bi destûra bingehîn were misogerkirin. Di xizmetên tenduristiyê de pergala pirzimanî divê bibe mecbûrî. Xizmetên agahdarkirinê, wergerandinê û şêwirmendiyê bi zimanê dayikê divê di hemû saziyên tenduristiyê de hebin. Di warên tibî, hemşîretiyê û qadên din ên tenduristiyê de divê mufredat, bernameyên perwerdeyê û sertîfîkasyonên bi Kurdî werin amadekirin. Ji personelên tenduristiyê re divê perwerdehiya têgihiştina çandî û hişmendiya zimanî were dayîn.”
 
Herî dawî jî beşdaran belavok belav kirin.