Kuçeyên Wanê: Em nikarin debara xwe bikin

Parve bike:

WAN - Waniyan bertek nîşanî zêdebûna bihayên xurekan û kirêyan dan û gotin: "Em nikarin debara xwe bikin." 

 
Li Wanê kirêya xaniyan ji 20 hezar TL'yî dest pê dikin û ligel vê fiyetê xurekan û pêdiviyên sereke jî li ser hev biha dibin. Waniyan anîn ziman ku ew krîza aborî bi her awayî hîs dikin û gotin: "Her diçe em bêtir zehmetiyê dikişinin, em nikarin debara xwe bikin.