Hevseroka Egîtîm Senê Aydogan: Sînorê OHAL'ê derbas kirin

img

STENBOL - Hevseroka Giştî ya Egîtîm Sen'ê Feray Aytekîn Aydogan, têkildarî binçavkirina li dijî endamên wan ên ji bo li karên xwe vegerin 70 heftene di çalakiyê dene, diyar kir ku sînorê hiqûqa OHAL'ê jî derbas kirine û wiha got: "Têkoşîna me ya li dijî îxracan dê bidome." 

Endamên KESK'ê yên bi KHK'ê ji kar hatin îxrackirin, bi armanca li karên xwe vegerin 70 hevfe ye çalakiya xwe berdewam dikin. Beriya hilbijartina 24'ê hezîranê çalakiya kedkarên cemaweriyê ji aliyê walîtiyê ve hat qedexekirin. Tevî qedexeyê jî kedkarên KESK'ê bi biryarin çalakiya xwe berdewam bikin. Di 3 hefteyên dawî de polîs mudaxaleyî kedkaran dike. Hevseroka Giştî ya Egîtîm Sen'ê Feray Aytekîn Aydogan, têkildarî binçavkirina li dijî endamên xwe diyar kir ku sînorê hiqûqa OHAL'ê jî derbas kirine û wiha got: "Têkoşîna me ya li dijî îxracan û li dijî OHAL û KHK'yan dê bidome." 
 
TÊKOŞÎN DÊ BI DOME 
 
Aydogan, anî ziman ku çalakiya wan li Kadikoy, Bakirkoy û Kartalê 70 hefteye berdewam dike û wiha got: "Endamên me ji ber ku mafê xwe yê demokratîk diparêzin tênk binçavkirin û rastî êrîşan tên. Qanûn û hiqûqa di OHAL'ê de tune li dijî endamên me pêk tînin. Sînorê hiqûqa OHAL'ê jî derbas kirine. Naxwazin duzena ku bi KHK’ê pêş xistine teşîr bibe. Naxwazin dengê daxwaza hiqûq û edaletê berdewam bibe. Me berê jî li dijî faşîzmê li ber xwe da û ji niha û şûnde jî têkoşîn û berxwedana me ya li dijî faşîzm û OHAL'ê dê bidome. Li gel zilm, zext û tundiyê em dê li her kolan û qadan li ber xwe bidin." 
 
‘ÎKTÎDARA AKP'Ê DIXWAZE EL LI DIJÎ ZILMÊ BÊDENG BIN'
 
Aydogan, destnîşan kir ku zext û OHAL ne tenê li dijî KESK'iyan e û wiha lê zêde kir: "Zext li dijî hemû sendîkayên cemaweriyê pêk tên. Lê sendîkayên ku îro dengê xwe nakin wekî 3 meymûnan in. Xwe ji rengeki dixin rengê din. Em dê her dem li dijî bê hiqûqî û neheqiyê dengê xwe bilind bikin. AKP ji me dixwaze ku em li dijî zilmê bêdeng bin. Lê em vê yekê qebûl nakin. 
 
‘LÊGERÎNA TAZÎ FERZ DIKIN' 
 
Sekretera Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Hêjmar 3'ê Ayşe Panuş ku hat binçavkirin jî diyar kir ku di bin çavan de rastî gef û neheqiyan hatin û wiha got: "Xwestin me tazî bikin û li ser me lêgerîn bikin. Di 3 hefteyên dawî de bê navber me binçav dikin. Divê tu kes li dijî neheqî û bê edaletiyê li dijî zilmê bêdeng nemînin. Dixwazin her kesî bi van zextan bêdeng bikin. 70 hefte ye em çalakiyan pêk tînin. Çima beriya hilbijartinê mudaxale dikin. Naxwazin ku neheqî û bê edaletî bê dîtin. Di 3 hefteyen dawî de em rastî tundî, zext û binçavkirinên zêde tên."