Bajarê ‘navenda dilkêşiyê’ yê herî deyndar Wan e

img
WAN – Li Wanê desthilatdariya AKP’ê 16 sal e soza “Em ê Wanê bikin navenda dilkêşiyê” dide û ev soza wan hêdî hêdî têk diçe. Yek ji bajarên herî deyndar Wan e. Li gorî daneyên TUÎK’ê xane nikarin ji sedî 65 pêdiviyên xwe rojane pêk bînin. 
 
Bajarê Wanê demek navenda bazirganiyê bû. Ji Çandiniyê bigire heta sewalkariyê yek ji bajarên herî girîng bû. Ji salên 9’an ve her ku çû li paş ma. Li Tirkiyeyê ji 5 bajaran bajarê herî feqîr e. Nemaze di serdema AKP’ê bajêr di warê aborî û bazirganiyê de her ku çû li paş ket. Wan bi du erdehêjên dît re ser û bin bû. Wan yek ji bajarên ku bi çandinî û axa xwe dikare tevahiya welêt xwedî bike. Lê ji ber polîtîkaya şer û xizntiyê bi sedhezaran welatî neçar man malê xwe biterikînin û çûn bajarên derveyî Wanê. Polîtîkaya AKP’ê ya zemê û bihakirina her tiştî bandorek neyînî li ser hemû jiyana Wanê dike. Bajarê Wanê ku bi sewlakarî û zozanên xwe tê nasîn, lê goşt û hilberînin şîr jî xelas bûye. 
 
AKP li Wanê beriya her hilbijartinê soza “Em ê Wanê bikin navenda dilkêşiyê” dide û ev 16 sal e ev soz xeyal dimîne. AKP’ê xeyalên xwe yên “Navenda dilkêşiyê” kir ku Wan bibe bajarê herî deyndar ê Tirkiyeyê. 
 
DI WARÊ SOSYO-EKONOMÎK DE WAN DI RÊZA 5’AN DE YE 
 
Di warê rêza pêşketina sosyo-ekonomîk a sala 1996’an de di nav 76 bajaran de di rêza 67’an de cih girt. Di sala 2003’an de 5 puan li paş ket û di nav 81 bajaran de di rêza 75’emîn de cih girt. Bi vî awayî bajêr di serdema AKP’ê de ket nav 5 bajarên herî feqîr. Li gorî daneyên TUÎK’ê rêjeya bêkariya li Wanê ji sedî 10.9’an nîşan dide û her çiqas ev dane wiha bên nîşandan jî lê bêkarî ji sedî derdora 15’an xuya dike. Li gorî TUÎK’ê bajêr ji sedî 65’an pêdiviyên xwe yên rojane pêk nayne. Çandinî û sewalkarî serdema xwe ya herî xerab derbas dike. Wan bajarê herî deyndar ê welêt e. Piştî erdhejên li Wanê bi 30-40 hezar TL’yî malên TOKÎ’yê çêkirin û bi 90-120 hezar TL’yî ji firotin gel. Gel di bin deynê TOKÎ’ê de ma. Yên deynê xwe yê TOKÎ’yê nedin dê îcra bikeve dewrê. 
 
Tengezariyên aborî, deynê di stûyê gel û esnafan de, qedexeyên zozanan û çolê û tengezariyên wek van dê di 24’ê Hezîranê de xwe di sindoqê de bide nîşandan. 
 
 
SIBÊ: AKP’ê di 16 salan de sozên ku da Wanê çibûn û çiqas pêk anî? 
 
MA / Adnan Bîlen