Li Îdirê êdî cotkar nikarin erdên xwe jî bajon

img
ÎDIR – Li Îdirê ji ber polîtîkayên hikûmetê yên çewt, cotkar heqê keda xwe nastînin. Ji ber vê yekê gelek cotkar erde xwe najonin û hema bêje li bajêr çandinî û sewalvanî qediyaye. 
 
Li Îdirê ji ber polîtîkayên çewt ên hikûmetê, hema bêje êdî cotkar nikarin çandiniyê bikin. Pêşî kota danîn ser pincara şekir û paşê ev yek ji bo pembû jî hat kirin. Ji ber vê yekê hema bêje êdî ev ber li bajêr nayên danîn. Her wiha ji ber ku cotkar ji bo berên xwe bazar û piyaseyekê peyda nakin, gelek ji dev ji çandiniyê berdane. 
 
 
Mûstafa Tentek, diyar kir ku bi salan e ew cotkariyê dike û berê karê wan pir baş bû, lê belê niha rewşa karê wan qet nebaş e. Tentek got: “Mesela êdî nikarim mişmişên xwe kom bikim û bifiroşim. Çimkî kîloya wê bi 50 qurişî dikirin. Eger ez mişmişên xwe berhev bikim ez ê bixisirim. Ji ber vê dihêlim ku xera bibin. Jixwe bihayê mazorê diyar e. Mirov nikarin tiştekî bikirin. Mesela em li çarşiyê kîloya mişmişan bi 5 lîreyî dikirin. Car heye em nikarin bi 50 qurişî jî bifiroşin. Ji bo donimekî bajor 100 lîreyî didim matorê. Yanî nikarim heqê mesrefên xwe derxînim.” 
 
‘ERDÊ ME BEYAR DIMÎNE’ 
 
Tentek, bilêv kir ku dema deriye sînor vekirîbûn mazot erzan bû û rewşa wan baş bû. Tentek got: “Bi salan e deriye Ermenîstanê girtiye. Li deriyên sînor ên din jî kotayê datînin ser mazotê. Niha fiyetê mazoyê zêde biha ye. Êdî em li malên xwe rûdninên. Çimkî dema em dixebitin em dixisirin. Erdê me beyar e.” 
 
‘BAWERIYA MIN BI PARTIYÊN PERGALÊ NAYÊ’ 
 
Tentek, diyar kir ku hêviya wan hilbijartina 24’ê Hezîranê ye û di nav partiyan de tenê ew bi gotinên HDP’ê bawer dikin. Tentek got: “Tenê em bi HDP’ê dikarin ji vê rewşa heyî xelas bibin. Ez ê dengê xwe bidim HDP’ê. Çimkî me serdema Suleyman Demîrel, Ecevî, Tansû Çîllerê jî dît. Wan jî gelek soz dan, lê bi cih neanîn. Yanî baweriya min bi partiyên pergalê nayê.” 
 
'TIŞTEKÎ COTKARAN JÎ PERE NAKE’ 
 
Ahmet Aktaş jî diyar kir ku êdî cotkarî qediyaye û got: “Maç î cotkaran pere dike? Em tu randimanê ji tiştên diçinînin nagirin. Ji ber bihabûna fiyetên mazotê û avê em ditengijin. Ji ber ku li ser Çemê Arasê gelek HES hatine çêkirin êdî em avê jî peyda nakin. Îsal baran zêde bariya, ji ber wê di warê avê de em netengijîn. Li ber serê me sê deriyên sînor hene, lê em sûdê ji yekî jî nagirin.” 
 
‘JI HIKÛMETÊ NE RAZÎ ME, EZ Ê DENGÊ XWE BIDIM HDP’Ê’ 
 
Kerem Dogar jî diyar kir ku ew ji cotkariyê ne razîne û gazin kirin ku dewlet destekê nade cotkaran. Dogar, destnîşan kir ku tişta herî zêde bandorê li cotkariyê dike bihabûna fiyetên mazoyê ye û got: “Em ji polîtîkayên hikûmetê qet nerazî ne. Loma ez ê di 24’ê Hezîranê de dengê xwe bidim HDP’ê.” 
 
JI BER KOTAYAN ÊDÎ NIKARIN PINCARA ŞEKIR DEYNIN 
 
Ahmet Yilmaz jî, got 50 sal in ew cotkariyê dike, lê belê tu tişt di dest wan de namîne. Yilmaz domand: “Mazot, lastîkên matorê, gubre biha bûne. Mad ê cotkar çi bikin. Êdî cotkar nikarin 2 lître mazot têxin matora xwe. Kota danîn ser pincara şekir. Ji ber vê êdî cotkar nikarin deynin.” 
 
Yilmaz, destnîşan kir ku cotkarî qediyaye û got: “Cotkar êdî nikare erde xwe bajone. Dema em dajonên em dixisirin. Em jî êdî xiyar û firingiyan datînin. Ev jî têra me ya du mehan dike. Yanî cotkarî qediyaye, miriye.”