Karker li şantiyeyê belavokên HDP'ê belav dikin

img

STENBOL - Karkerên înşeatê diyar kirin ku ew li hemberî ekdxwariyê dengê xwe bidin HDP'ê. Her wiha karker belavokên hilbijartinê bi xwe re dibin şantiyeyan û li karkerên din belav dikin. 

Li semta Fîkîrtepe ya Kadikoya Stenbolê, karkerên înşeatê belavokên hilbijartinê yên HDP'ê li karkeran belav dikin û ji wan dixwazin ku dengê xwe bidin HDP'ê. Karkeran destnîşan kir ku ew ê di 24'ê Hezîranê de li dijî kedxwariyê dengê xwe bidin HDP'ê. 
 
Velat Akin ku 5 sal in karê tesîsatê dike, diyar kir ku ew sibehê saet di 8'an de dest bi kar dikin heta 5'ê êvarê dixebitin. Akin bal kişand ser zor û zehmetiyên şert û mercên kar û got: "Car carinan rayedar bi ser me de tên. Ji bo înşeat zû biqede zêde me didin xebitandin. Em bi rojî ne, lê rojê 3-4 saetan zêdetir mesaiyê bi me didin kirin." 
 
'EWLEHIYA KAR TUNE YE' 
 
Akin, bilêv kir ku ew bi yewmiyeyê dixebitin û pereyê ku distînin têra wan nake û got: "Em ji welat tên vira. Heqê rê û xwarinê jî didin û tiştek di dest me de namîne. Ancax mirovekî azib dikare bi vî pereyî debara xwe bike. Em nikarin alîkariya malbata xwe bikin." Akin, destnîşan kir ku di înşeatên ku ew lê dixebitin de ewlehiya wan tune ye. Akin anî ziman ku çend roj berê di îneşatê de qezayek çêbûye, lê belê ji ber ku 250-300 kes di înşeatê de dixebitin der barê wî de agahî bi dest me neketin. 
 
‘PERGALA NIHA BI KÊR NAYÊ' 
 
Akin, anî ziman ku HDP ji bo hemû kedkaran cihê hêviyê ye û loma ew ê di 24'ê Hezîranê de dengê xwe bidin HDP'ê. Akin got: "Pergala niha bi kêrî tiştekî jî nayê. Ji ber ku HDP doza mafê kedkaran dike ew ê dengê xwe bidin HDP'ê." 
 
Vedat Akin jî, anî ziman ku 6 sal in ew li ser înşeatan dixebite. Akin li xerîbiyê karê înşeatê zehmet e û got: "Em dixwazin heman karî li bajarê xwe bikin. Lê firsendeke me ya wisa tune ye. Em du sê mehan diçin xerîbiyê. Dema em heqê xwarin û rê dihesibînin, tiştek di dest me de namîne." Akin, diyar kir ew serê sibehê zû dest bi kar dikin û bi hinceta 'kar temam nebûye' xebat li wan tê ferzkirin û got: "Di rewşên wisa de em nikarin deng bikin. Çimkî dê kardêr ji me re bêje 'em yewmiyeyê didin we. Karê xwe bikin.' Yanî em mecbûr in." Akin, da zanîn ku bi pereyê ku ew distînin nikarin alîkariyê bidin malabata xwe. Akin, destnîşan kir ku keda wan zêde tê xwarin û got: "Di vê hilbijartinê de helbet em ê dengê xwe bidin HDP'ê. Dê HDP li dijî kedxwariyê bêtir bitêkoşe û loma em ê dengê xwe bidin wê." 
 
MA / Muhammet Dogru