Meclîsa ÎSÎG’ê: Di 5 salan de 319 zarokên karker jiyana xwe ji dest dan

img
ENQERE – Meclîsa ÎSÎG a Enqereyê rapora zarokên karker û cînayetên kar eşkere kir. Di raporê de ji 2013’an ve heta 5 mehên 2018’an mirina cînayeta kar a 319 zarokan cih girt. 
 
Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karker a (ÎSÎG) a Enqereyê di çarçoveya 12’ê Hezîranê Roja Têkoşîn û Karkeriya Zarokan a Cîhanê li avahiya Odeya Tabîban a Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist. Meclîsê rapora cînayeta kar û karkertiya zarokan a li Tirkiyeyê eşkere kir. Li ser navê Meclîsa ÎSÎG’ê Tansu Yildirim axivî û diyar kir ku karkertiya zarokan li Tirkiyeyê û cîhanê xwedî tabloyek giran e û got: “Ji 2015’an vir ve 168 milyon zarok karkeriyê dikin û nîvê wan jî karkerê çandiniyê ne. Beşek ji van zarokan jî di karê xerab de dixebitin û ji mafê xwe yên perwerdehiyê bê par dimînin.” 
 
'LI TIRKIYEYÊ 2 MILYON ZAROKÊN KARKER HENE’ 
 
Yildirim destnîşan kir ku li gorî reqamên fermî li Tirkiyeyê 2 milyon zarokên karker hene û ji serê sala 2013’an heta 5 mehên 20182an bi giştî 319 zarok di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Yildirim da zanîn ku herî zêde cinayetên kar ên zarokan li bajarên Edene, Riha û Dîlokê pêk tên û di van cînayetên kar de zarokên karker ên keçik ku jiyana xwe ji dest dan jî hejmara wan ji sedî 16 ye. Yildirim anî ziman ku zarokên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane 100 zarok temenê wan di bin 14 salî de bûye. Yildirim diyar kir ku polîtîkay bê cezakirinê pêşî li cînayetên kar vedike. 
 
Yildirim di dawiya daxuyaniyê daxwaz û pêşniyaran rêz kir.