Agirî: Tekane riya xelasiya ji krîza aborî û siyasî HDP ye

img

AGIRÎ - Agiriyan, destnîşan kir ku tekane riya rizgariyê ya ji krîza aborî û siyasî HDP ye û ew ê dengê xwe bidin HDP'ê. 

Li Agiriyê ku çavkaniya debarê sewalvaniym, nemaze jî di çend salên dawî de ji ber polîtîkayên heyî yên hikûmetê hema bêje sewalvanî li ber qedandinê ye. Agiriyan, destnîşan kir ku tekane riya rizgariyê ya ji krîza aborî û siyasî HDP ye û ew ê dengê xwe bidin HDP'ê. 
 
‘EM BI RUHÊ 7'Ê HEZÎRANÊ XWE AMADE DIKIN' 
 
Esnaf Tahsîn Ok, diyar kir ku ji bo dawî li çewisandina bê, ji bo azadiya fikr û ramanê, ji bo azadiya girtiyan û ji bo başbûna ekonomiyê ew ê dengê xwe bide HDP'ê. Ok got: "Em di vê hilbijartinê de bi ruhê 7'ê Hezîranê dixebitin û em ê encama wê di 24'ê Hezîranê de jî dubare bikin û ji 4'an bikin 4. HDP hemû derdoran dihebîne û cihêkariyê nake. HDP hemû ziman, çand û gelan dihebîne. Di demên dawî de berberîbûneke zêde di nav civakê de çêbûye. Ji bo dawî li vê cihêkariyê bê û îktidara heyî biçe, divê HDP di Meclîsê de be. Loma ez ê dengê xwe bidim HDP'ê." 
 
‘LI DIJÎ FERASETA NETEW-DEWLETÊ DIBÊJIM HDP' 
 
Dogan Efe jî got: "Li hemberî feraseta netew dewletê ya ku tehakumiyê dike û li ser asasên tekparêziyê ye, pêkanîna nêvengeke demokratîk a li ser asasên vîna gel bi HDP'ê pêkan e." Efe, diyar kir ku ew li ew li dijî feraseta netew-dewletê ye û loma ew ê dengê xwe bide HDP'ê. 
 
‘HER DIÇE REWŞA ABORÎ XIRAB DIBE' 
 
Efe, bal kişand ser krîza aborî ku her diçe kûrtir dibe û destnîşan kir ku sedema vê yekê jî feraseta ku berjewendiyên gel esas nagire. Efe got: "Gotina 'Em ê di 24'ê Hezîranê de aboriyê baş bikin' mikurhatina xirabkirina aboriyê ye. Yanî AKP mikur tê ku wê aborî xirab kiriye. Bi vê AKP dibêje 16 sal in min aborî xirab bi rê ve biriye. Dê ji niha û pê ve jî nikaribe baş bike. Çimkî polîtîkayên ku qîmetê nadin nrixên civakiyî esas digire. Loma hem di warê aborî hem jî di warê exlaqî de pêdiviya civakê bi HDP'ê heye." 
 
‘ABORÎ BI ARAMÎ Û AŞTIYÊ BAŞ DIBE' 
 
Mehmet Ûmût Dogrûer jî, diyar kir ku ji bo welatekî demokratîk, welatekî baş, ji bo jiyana bi hev re û ji bo aramiyê ew ê dengê xwe bide HDP'ê. Dogrûer, destnîşan kir ku ev yek hemû bi HDP'ê dikarin bê çareserkirin. dogrûer, bal kişand ser krîza aborî ya li welat û got: "Rewşa aboriyê bi aramî û aştiyê baş dibe. Eger aştî pêk bê dê aborî baş bibe. Loma ez ê dengê xwe bidim HDP'ê." 
 
Welatiyê bi navê Mehmet Ûlûs jî, destnîşan kir ku ji bo silametiya 80 milyon mirovî ew ê dengê xwe bide HDP'ê û got: "Li tevahiya welat krîzeke aborî heye. Ji bo ev welat ji vê krîzê xelas bibe û dawî li neheqiyan bê ez ê dengê xwe bidim HDP'ê. Dema AKP bû îktîdar kîoloya goşt bi 5 lîreyî bû. Dolarek bi lîreyekî bû. Niha Dolar bûye 5 lîre. Li Rojhilata Navîn û Ewropayê dostek me jî enmae. Em tim bi wan re şer dikin. Dev ji vê berde, hikûmet gel jî li hev nakin. Bi pînekirinê rewşa aborî, siyasî û civakiyî baş nabe. Berî ku pîne mezin bibe, divê hikûmeta AKP'ê biçe."