Nivîskarê rojnameya Kararê Kahveci: Dê fatura krîzê li gel bibirin

img

STENBOL – Nivîskarê Rojnameya Kararê Îbrahim Kahvecî, diyar kir ku piştî hilbijartinê dê zemek mezin wan pêşwazî bike û wiha got: "Îktîdar ji butçeya dewletê sozan dide. Lê fatûra vê krîzê dê em bidin." 

Nivîskarê rojnameya Kararê û aborînas Îbrahim Kahvecî, rêveçûna aboriya Tirkiye û pêşketinên piştî hilbijartinê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand. Kahvecî, anî ziman ku rewşa aboriya Tirkiye xerab e û wiha got: "Îktîdar ji butçeya dewletê sozê dide gel. Taahhutan şîrketan. Ji ber vêyekê valahiyek çê dibe. Deynê welat ê derve pir zêde bûye. Em wekî welat ji hilberînê zêdetir serf dikin. Ev rê li pêş xerakirina hevsengiya kirîn û firotinê jî dike. Em hindik ava dikin û pir xera dikin. Ji ber vê yekê valahiyek çê dibe. Divê em vê valahiyê dagirin. Ger ku di qasa dewletê de valahî çê bibe, ev li gorî zimanê îktisatê felaset e. " 
 
AN DÊ JI QÛTÊ ME KÊM BIKIN AN JÎ DÊ BACÊ ZÊDE BIKIN'
 
Kahvecî da zanîn ku diyar dikin ku tu carî ji polîtîkayên malî tawîzan nedin û wiha got: "Ev helwesta hikûmetê nîşan dide ku piştî hilbijartinê vê valahiyê ji pişta gel derxin. Dê fatura valahiya butçeyê ji pişta gel derxin. Du rêyên wê hene. An dê qutê me kêm bikin. An jî dê bacan zêde bike. 6 salin di butçeyê de valahiyek çêbûye. Dixwazin fatura vê butçeyê li ser pişta me çareser bikin. Xuya dike ku dê piştî hilbijartinê zemê zêde bikin. Dê bacê zêde bikin. Dê piştî hilbijartinê an ji qûtê me qut bikin an jî dê bacê zêde bikin. 
 
Kahvecî, da zanîn ku ger Banka Navendî ne serbixwe be, wê demê ji aliyê piyaseyê de rîsk heye. Li Tirkiye pirsgirêk aherî mezin bê berpirsiyarî ye. Banga Navendî hedefê nagire. Piyaseya sermayê pêş nakeve. Kesên razemeniyê dike rastî neheqiyê tê û mafê wan tê xwarin."
 
Kahvecî daz nîn ku piştî 2012'an û şûnde êdî qîmeta dolar a li hemberî tl zêde bû û wiha got: "Lîrayê Tirk, qîmat xwe winda dike. Piştî Davutoglu ji peywirê hat girtin Tirkiye bêtir ji demokrasiyê dûr ket. Piştî wê rojê bûyerên neyînî bêtir pêş ketin. Yekîtiya mîllî belav bû."  
 
JI MERE DEMOKRASÎ PÊWIST E
 
Kahvecî, da zanîn ku li Tirkiye krîza aborî her ku diçe kûr dibe û çareseriya wê demokrasî ye û wiha bi dawî kir: "Rastiya Brezilya bînin bîra xwe. Di sala 2016’an de 1 dolar 4 real bû. Niha 3,5 real e. Ji 2016’an heta 2018’an, realê Brezilya ji 4 dolaran daket 3,5 dolaran. Lê li cem me 1 dolar ji 3 TL dekket 5 Tl. Yek ji sedemên wê biryarên şaş û ya din jî biryara OHAL'ê ye. Divê OHAL bi dawî bibe û demokrasî pêş bikeve. Divê aramî pêş bikeve. Mafên mirovan û edalet pêş bikeve. Tenê biryara faîzê ya Banka Navendî têr nake. TUSİAD li pêş perdê û li pişt berê tiştên cuda dibêje. Li pêş perdê tiştekî bêje tune êdî. Gelek bûyerên ku em bêjin gelo TUSİAD  piştgiriyê dide OHAL’ê pêş dikevin. 
Ger ku dowîz dêde bibe dêbêtir bandora xwe li xwarin, qût û sifreya me bike. Dê piştî hilbijartinê zema zêde pêş bikeve. Em dê vê yekê di nava çend mehan de bêtir baş bibînin. Ji ber vê yekê bêtir pêdivî bi aramî û demokrasiyê heye. 
 
MA / Sadiye Eser