‘Em rojekê dixebitin 7 rojan naxebitin’

img

STENBOL – Li Yenîkoya Arnavûtkoyê ji karkerên ku karê balye û kayê de dixebitin Huseyîn Soner bal kişand ser krîza aborî û got: “Em rojekê dixebitin, 7 rojan naxebitin.”

Karker Huseyîn Soner û hevalên wî ku hefteyek berê ji Ûzûnkopruya Edrîneyê ji bo karê balya û kayê hatin Yenîkoya Arnavutkoy a Stenbolê, anî ziman ku ji ber krîza aborî kar bi destê wan nakeve. Soner ku tevî 6 xizmên xwe ji bo xebatê hat, diyar kir ku cihekî ku lê bimînin tune ye û niha ji mecbûrî li avahiya keyatiyê radikevin. Soner, destnîşan kir ku ew rojekê dixebitin 7 rojan naxebitin.
 
Soner, bilêv kir ku roja kar hebe ew dertên û serê sibehê saet di 8’an de dest pê dikin heta 20.30 êvarê dixebitin. Soner got: “Evqasî em dixebitin, lê dîsa jî em heqê keda xwe nastînin. 70 lîreyî didin. Ma em ê bi 70 lîreyî çawa kêfxweş bibin. Cixare, çay, xwarin heye. Bi temamî diçe. Yanî tenê di dest me de 2 qurîş dimîne.” 
 
‘ROJA KAR HEBE EM TÊR IN, TUNE BE EM BIRÇÎ NE’ 
 
Soner, anî ziman ku her sal ew ji bo kar tên û got: “Li kuderê kar hebe em diçin wir.” Soner, da zanîn ku li bajarê wan kar tune ye û got: “Zivistanê em di karê çeltûkê de dixebitin. Eger em bixebitin em têr in, em nexebitin jî birçî ne. Dema em kar dibînin em heta derengê şevê dixebitin.”