Krîzê ew perîşan kirin: Esnafên bazarê êdî ji bankeyan bi faîz krediyê dikişînin

img

STENBOL - Esnafên bazara Çekmekoyê, destnîşan kirin ku krîza aborî ew perîşan kirine û ji ber vê ew êdî ji bankeyan bi faîzê krediyê distînin. Esnafan got: "Em ê bersiva vê yekê di sindoqan de bidin." 

Li Tirkiyeyê her diçe krîza aborî hîn bêtir tesîra xwe nîşan dide. Ji derdorên ku bi awayekî neyînî tesîrê ji vê krîzê digirin jî bazarvan in. Esnafên bazara Çekmekoya Stenbolê, destnîşan kirin ku ji ber krîza aborî hindik maye top bavêjin. Esnafan got, ew ê di 24'ê Hezîranê de di sindoqan de hesabê vê yekê bipirsin. 
 
‘JI CEJNÊ HETA CEJNÊ EM GOŞT DIBÎNIN' 
 
Ramazan Yakirboy, bilêv kir ku ew yekê qezenc dikin, lê sisyan xerc dikin. Yakirboy, anî ziman ku ew hesal 10 hezar lîreyî qezenc dike, lê belê di 5 mehên 2018'an de dev ji qezenckirinê ber de, her diçe dixisire. Yakirboy got: "Park e, betlaneya û nizanim çî ye, em qet van tiştan nizanin. Gomlekê li ser min bi 10 lîreyan e, jixwe pêlava min kevn e û heke tu li pantor biprisî, ew jî bi 10 lîreyan e. Êdî em nikarin biçin berber jî. Li malê traş dibim. Êdî em nikarin pêdiviyên xwe yên rojane bi cih bînin." Yakirboy, da zanîn ku ew heftê 7 rojan diçin bazarê, lê dîsa jî tu tiştî qezenc nakin. Yakirboy got: "Baca erebyên bazarê zêde ye. Dema sal diqede, tu tişt di dest de namîne. Di heyata xwe de min bi fazîê ji banke pere nekişandiye. Lê belê hefteya borî çûm min bi faîzê pere ji bankeyê kişand. Çima? Çimkî kar tune ye. Ka li bazarê binere evdekî xwedê jî heye? Tu evdek jî tune ye. Me daye dû kelmêşan. Yanî dîn û îmana min a 35-40 salî bertelef bû." 
 
‘EGER DEMÎRTAŞ BE, QET NEBE DÊ XWÎN NERIJE' 
 
Yakirboy, destnîşan kir ku eger di 24'ê Hezîranê de AKP bibe îktîdar, dê rewşa welat a aborî û siyasî xirabtir bibe û got: "Eger rê li ber Demîrtaş negirtina, qet nebe dê li welat xwîn nerijiyane. Dê agahiya şehîdan nehatana, dê kes êtim nebûna. Di hilbijartinê de kî bi ser dikeve bila bikeve, lê divê xwedî li me derkevin. Êdî ev şer em bêzar kirin." 
 
'EM Ê DI SINDOQAN DE HÊRSA XWE BIDIN DER' 
 
Mehmet Kûlplû ku bi zorê debara xwe dike got: "Em hêrs bûne û em ê di sindoqan de vê hêrsa xwe bidin der." 
 
'EZ Ê DENGÊ XWE BIDIM NAMZETÊ HERÎ SPEHÎ' 
 
Giyasettin Oktay jî, anî ziman ku krîza aborî ew perîşan kirine û got: "Îro ceryana min hat qutkirin, pere tune heqê wê bidim. Em dixebitin, lê pereyan qezenc nakin. Heftê du rojan zem tê. Di rewşeke wisa de ma em ê çawa qezenc bikin?" Okatya, diyar kir ku ew ê di sindoqan de bersiva vê yekê bidin û got: "Di vê hilbijartinê de ez ê dengê xwe bidim ê herî baş. Ez ê bidim namzetê herî spehî."