AMED - Welatiyên Amedê bertek nîşanî zema ji bo nan hatiye kirin dan û diyar kirin ku sedema krîz aborî îktîdar e û wiha gotin: “Çav berdane pariyê nanê gel.”
Piştî ku mûçeyên kêmtirîn derketî 17 hezar û 2 TL’an, ji bo gelek tiştan zem hatin kirin. Yek ji van jî nan e. Odeya Firinvanan a Amedê piştî zema ji bo mûçeyê kêmtirîn hatiye kirin, ji ber lêçûnan li nan zem kir. Bi zemê re ji bo nanê pîde yê 400 gram, nanê lavaş û nanê genim 3 TL zem hate kirin û bûn 15 TL, ji bo nanê somin ê 200 gram jî lîreyek û nîv zem hate kirin û ji 6 TL’an derket 7 TL û nîvan.
Welatiyên Amedê bertek nîşanî zemên hatine kirin dan û wiha gotin: “Çav berdane pariyê nanê me.”
‘TU KES ME FÊM NAKE’
Welatiya bi navê Dîcle Engîn got ku zema ji bo nan hatiye kirin xelet e û wiha domand: “Yên nanê gel dixwe, bi gel re nîne.” Engîn, anî ziman ku piştî nan niha jî li benda zema dê ji bo heqê rê were kirin in û wiha pê de çû: “Ji ber van zeman em gelek mexdûr bûn. Tu kes halê me fêm nake. Malbata me ji 6 kesan pêk tê. Rojê em 2-3 nanan dixwin. 3 nakin dikin 45 TL. Ji ber van zeman em nikarin debara xwe bikin. Mirov nikarin bi mûçeyê kêmtirîn debara xwe bikin. Divê îktîdar çareseriyekê ji bo vê krîza aborî bibîne. Bila êdî zeman nekin.”
‘JI BO DESTVALA NEÇIM MALÊ...’
Ji welatiyan Erdal Aydin jî bertek nîşanî zema ji bo nan hatiye kirin da û ev tişt anî ziman: “Ne tenê ji bo nan hate kirin. Em çûn bazarê. Ji bo destvala venegerim, me du parçe standin û 100 TL girt. Mirov nikare tiştekî bikire. Ji bo destvala venegerim malê, ez neçar dimînim ku çend caran li nava bazarê bigerim. Em 5 kes in. Berê em 2-3 caran diçûn bazarê. Lê niha carekê diçim. Ew jî bi zor û zehmet pêdiviyên xurekên sereke pêşwazî dikim. Rojê herî kêm 4-5 nan li malê tên xwarin. 3 zarokan didim xwendin. Tost bûye 50 TL. Welatî di nava tengasiyeke mezin de ne.”
‘NEKÊRIYA RÊVEBERIYÊ YE’
Metîn Sinir jî diyar kir ku hewl dide bi mûçeyê teqawidiyê debara xwe bike û wiha got: “Ez teqawid im û rojê 5 nanan dikirim. Ma ez ê debara xwe çawa bikim? Zarokan didim xwendin. Fatûreyên ceyran, gaza xwezayî hene. Ev tevek dê çawa bên dayîn? Sedema van tiştên em dijîn, nekêriya rêveberiyê ye.”
‘ÇÛ EZ DI GORÊ DE TEQAWID BIBIM’
Têkildarî mijarê Ahmet Ozdemîr jî got ku mirov birçî tên hiştin û wiha bertek nîşan da: “Ev pergal, pergaleke qirêjî ye. Heke ji bo gel tiştên baş bikin dê pirsgirêk bên çareserkirin. Mesele ne tenê nan e. Hiqûq tune ye. Ez teqawid nînim. Çû ez li gorê teqawid bibim. Serê mehê tê, hevalên min digirîn, di berîka wan de pere nînin. Nikare heqê nan bide. Ne tenê nan. Îktîdarê jiyan talan kiriye, gel birçî hiştî ye û dibêje; ‘hûn dê qebûl bikin.’ Divê gel rabe ser pêyan, îktîdarê rexne bike û vê rewşê qebûl neke. Nexwe ev rewş sererast nabe.”
‘5 NAN ME DIDE ZORÊ’
Saît Bîngol jî bi lêv kir ku duh nan bi 6 TL’an bû û 5 nanên rojane dikirin wan pir zêde dide zorê. Bîngol, da zanîn ku malbata wan ji 6 kesan pêk tê û 3 zarokan didin xwendin. Bîngol, wiha dirêjî da axaftin xwe: “Her mehê derdora 3 hezar TL’an em didin heqê serwîsa dibistanê. Bawer bikin ez fêm nakim bê ka kesên mûçeyê kêmtirîn werdigirin çawa debara xwe dikin. Sedema van pirsgirêkan, îktîdar e. Divê ev îktîdar tavilê biguhere. Min serdema Ecevît jî, darbeya 1980’an jî dît. Tê bîra min ku ji bo şekir û rûn em diketin rêzê. Bavê min ez dixistim rêza şekirê û ew bi xwe jî diket rêza rûn. Lê zikê me têr dibû. Niha xizanî zêde ye. Xelkê me li ser sergoyan nan kom dike. Ez Amedî me. Bawer bikin heta vî emrê xwe jî min nedîtibû ku li Amedê jinek li ser sergoyê nan kom bike. Lê di serdema vê hikûmetê de min dît ku xelk nan û fêkî kom dike. Ev rewş pir xerab e.”
‘ÇAV BERDAN NAN JÎ’
Derheqê mijarê de Aysel Yalap jî got ku êdî îktîdarê çav berdaye nanê gel jî. Yalap, anî ziman ku krîza aborî hêj girantir bûye û axaftina xwe wiha qedand: “Ez teqawid im. Bi zor û zehmet fatûreyên ceyran, av û gaza xwezayî didim. Sedema van zehmetiyên em dijîn jî îktîdar e.”
MA / Rûkiye Adiguzel