ŞIRNEX - Ajokarên TIR'an yên diçin Herêma Kurdistana Federe, dixwazin dawî li bihabûnê bê û fiyetê veguhastinê bê zêdekirin.
Ajokarên TIR'an ku di 8'ê Çileyê de li Qada Parka TIR'ê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê daxuyanî dan, li dijî bihabûnê serî rakirin. Ajokaran, lêçûnên li Deriyê Sînor ê Xabûrê, Qada PArkê ya TIR''ê ya Walîtiyê û deverên din protetso kirin û xwestin dawî li bihabûna fiyetan bê û fiyetê veguhastinê bê zêdekirin.
ZEM LI SER ZEMÊ
Yek ji ajokarên TIR'an ku bar dibin Herêma Kurdistana Federe Îdrîs Eren diyar kir ku ew bi 200-300 dolarî bar ji Silopiyayê dibin Zaxoyê, lê ev têra wan nake. Eren bal kişand ku ji bo sînor derbas bikin ji mecbûrî wesayîtên xwe dibin Parka TIR'ê ya Walîtiyê ya girêdayî Îdareya Taybet a Şirnexê û wiha got: "Heqê qadê di nav 2 mehan de du caran zêde bû. Berê heqê parkkirinê 180 TL bû. Niha 280 TL ye. Li gumrikê qenter heye. Divê her TIR têkevê. Par 50 TL bû, lê îsal bû 110 TL ye. Ev jî di nav 2 mehan de bû 285 TL. Ji bilî vê, kargêrên şîrketên taybet jî hene. Ev jî 3 an 4 deqeyan dixebitin. Lê serê her kiryarekê 300 TL distînin." Eren anî ziman ku ew dixwazin dengê wan bê bihîstin û wiha got: “Daxwaza me ya ewil ew e ku bihayê bar bê zêdekirin. Daxwaza me ya din jî kêmkirina van zeman e."
‘TIŞTÊN BI DEST ME DIKEVE JI DEWLETÊ RE DIÇE'
Ajokarê TIR'ê Çetîn Ayçil anî ziman ku ew ji sala 1996'an ve vî karî dike û got: "Hemû pereyê ku em qezenc dikin, ji dewletê re diçe. Ji lêçûnên wekî kontrolkirina muayeneyê, pûlên wesayîtê û bacê re diçe" Ayçîl bal kişand ser tiştên ku biha bûne û wiha got: "Piştî ku em ji gumrukê derbas dibin em diçin Herêma Kurdistana Federe. Piştî barhildanê em 5-6 rojan li wê derê di dorê de dimînin. Dema em vedigerin, em dîsa heman heman mesrefan dikin. Heqê ku ji bo barê em dibin didin me, di biniya lêçûnan re ye. Herî zêde 2-3 hezar TL ji me re dimîne. Xwarin û vexwarinên me jî aîdê me ne. Ji ber vê yekê divê kontrolkirinek hebe. Divê komîsyonvan û xwediyên baran bên kontrolkirin."
Ajokar Muarîf Zînger jî ji bihabûnê bi gilî û gazinc e. Zînger got: "Lêçûnên me ne tenê li gumruka Tirkiyeyê, li aliyê din jî çêdibe. Em heqê gumrukê, heqê parkê û pereyê muameleyê didin wan jî. Li aliyê din 3 qad hene û em ji bo her qadê 10 dolarî didin. Her wiha gava em tên em benzînê jî dikirin. Serê 100 lîtreyî 25 lîre ekstra bac tê stendin. Gava lêçûn wiha bin, mirov mecbûr dimînin qaçaxçîtiyê dikin."
Zînger ev tişt gotin: "Enflasyon pir zêde ye. Her 6 mehan carekê zêde dibe. Pasaportên ku me çend roj berê bi 5 hezar TL'yan derxistibû, niha bûne 8 hezar TL. Êdî em nikarin debara mala xwe bikin. Ger em ji wê wesayîtê 70-100 hezar TL'yî bi dest nexin, ma çima em vî karî bikin? Heke em tiştekî qezenc nekin, vî karî bikin? Ajokariya TIR'ê hem talûke ye hem jî bi mesref e. Em qezenc nekin çima em vî karî bikin? Gava em bar ji Mêrsînê dibin Zaxoyê em 900 dolarî distînin. Lê 800 dolar mesref e. Tenê 100 dola rdimîne. Tu bi vî 100 dolarî biçî bazarê, tu yê nikairbû du kîsik eşya bistînî."
MA / Omer Akin