Hevalên karkerên qirîza dil derbas kir: Em ê bersivê di 24 Hezîranê de bidin

img

MÊRSÎN - Hevalên kerkerê paqijiyê Alî Araz ê piştî bi hinceta “Lêpirsîna ewlekariyê” ji kar hat avêtin, qirîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da, axivîn û gotin: “Em ê di hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê de li dijî zilam û zextan bersiva herî xurt bidin.”

Serokê Şaxa Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) a girêdayî Gele Îş a Mêrsînê Kemal Goksoy û hevalên karkerê paqijiyê Alî Araz ê piştî bi hinceta “Lêpirsîna ewlekariyê” ji kar hat avêtin, qirîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da, bertek nîşanî vê rewşê dan. Serokê Şaxa Gele-Îş a Mêrsînê Kemal Goksoy, diyar kir ku piştî Araz ji kar hat avêtin tim dihat sendîkayê û wiha axivî: “Araz tim ji me pirsa ‘Dê çi bibe. Hevî heya?’ dikir. Li Tirkiyeyê ji kar derxistin û bêmafiyên li dijî karkeran bûye pirsgirêkek mezin. Em bang li hikûmetê dikin, qanûnên ku we derxistin dibe sedema jiyan û hebûna mirovan. Berpirsiyarê van mirovan ên welat birêve dibine. Mirovan dixin stresê û bi întîharê re rû bi rû dihêlin.” 
 
‘XEBATEK LI DIJÎ KURDAN BÛ’
 
Yek ji karkerên ji kar hat avêtin Îbrahîm Ozer jî, diyar kir ku ligel tu qeyda sabiqeya wî tunebû jî ji kar hat avêtin û wiha axivî: “Em bi heqdesta herî kêm di şaredariyê de dixebitîn. Yek ji me jî ne xwedî pîşene. Ji ber ku pîşegeriya me tuneye, em necarin bi heqdestekê kêm bixebitin. Tiştên bi serê me anîn em qebûl nakin, emê serî li dadgehê bidin û mafê xwe bixwazin. Hevalê me yê jiyana xwe ji dest da Alî Araz bavê 9 zarokan bû û di xaniyê kirê de dirûniş. Fikar û tirsên wî hebûn. Li hemberî vê zextê û stresê dilê wî neragirt û qirîza dil derbas kir.”
 
‘BIRYAR SIYASIYE’ 
 
Ozer, da zanîn ku dinava vê pêvajoyê de deyndar bûn û wiha got: “Zarokên me hene, diçin dibistanê. Bêmafiya li me hat kirin, li holê ma. Ev biryar siyasiye. Tenê kurdan ji kar derdixin. CHP, AKP û MHP’ê endamên xwe girtin bin ewlehiyê. Em 6 hezar DÎSK’î, HDP’î û Kurd li holê man. Ev xebat bi awayekê giştî li dijî Kurdane.” 
 
‘DIXWAZIN ME BI BIRÇÎBÛNÊ TERBIYE BIKIN’
 
Mehmet Aydin ê ji kar hat avêtin jî, anî ziman ku AKP’ê qeyûm tayînê şaredariyan kirin û wiha got: “Dûre bi pêvajoya kadrobûyînê re, qira karkeran anî. Dixwazin me bi birçîbûnê terbiye bikin. Lê ev polîtîkaya wan dê bi ser nekeve. Bi salane dixwazin Kurdan, karkeran û kedkaran bi birçîbûnê terbiye bikin, lê tu carî bi ser neketin. Hevalê me Araz diferqa cûdakariya hebû de bû. Dilê hevalê me nekarî zilm û bêmafiya heyî rabike. Em ê di 24’ê Hezîranê de bersiva herî xurt bidin. Qeyda min a sabiqeyê tunebû. Ger tu mîna desthilatdariyê nefikirî, te qebûl nakin. Bi hilbijartina zordest jî dixwazin xwe ferz bikin. Em ê di hilbijartina zordest de li dijî zilm û zextan bersiva herî girîng bidin.”