Karkerên DHL Express: Em di 1’ê Gulanê de li Maltepê kom bibin

img
STENBOL - Karkerên DHL Experess ji bo ku endamên sendîkayê bûn ji kar hatin avêtin, banga tevlîbûna pîrozbayên 1’ê Gulanê yên li Maltepe kirin. 
 
Karkerên DHL Experess ji ber ku endamên Sendîkaya Karkerên Hemû Barkirinan (TUMTÎS) bû ji kar hatin avêtin. Karkerên mafên xwe dixwazin 280’î rojin li ber navenda giştî ya DHL Express a Bagcilarê li ber xwe didin. Karkeran diyar kir ku weke roja ewil a dest bi çalakiyê kirin bi hêz û keyfxweşin. Karkeran, anî ziman ku sibe dê danişîna wan bê dîtin û ew hêvîdar encamekê ji vê yekê bigirin. 
 
‘HEYA EM QEZENC BIKIN EMÊ LI BER XWE BIDIN’
 
Golhan Cayak ê piştî 5 salan ji kar hat derxisyin, cihê xwe di çalakiyê de digire. Cayak, diyar kir ku 280’î rojin çalakiya wan berdewam dike û wiha axivî: “Gelo emê çima dest ji mafê xwe berdin? Ev yek têrê dike ku em evqas dirêj li ber xwe bidin. Di 9 meh di ser çalakiya re derbas bû. Lê weke ku me duh dest bi berxwedanê kirî, bi hêzin. Heya em qezenq dikin emê liber xwe bidin. Di 24’ê Nîsanê de dê doza me bê dîtin. Em hêvîdarin em ê di dozê de mafê xwe bi dest bixwin û dê edalet cihê xwe bibîne.”
 
‘EM LI BENDÊNE 1’Ê GULANÊ BI GIRSEYÎ DERBAS BIBE’
 
Cayak, da zanîn ku di 1’ê Gulanê de, dê li Qada Mîtîngê ya Maltepê bin û wiha got: “Em li bendêne ku 1’ê Gulanê bi girseyî derbas bibe. Her tim min 1’ê Gulanê ji TV’î temaşe dikir. Lê ezê vê carê cihê xwe di qadê de bigirim. Ji ber vê kelecaniya min pir zêde ye. Dixwazim demildest 1’ê Gulanê were û cihê xwe di pîrozbahiyên wê de bigirim 
 
‘DÊ BERXWEDANA ME QEZENC BIKE’
 
Sîna Tursun ê 6 salan di DHL Experss de xebitî jî, diyar kir ku piştî 6 salan ji kar avêtin û wiha axivî: “Ji bo me vegerîn karê xwe 280 rojin em li ber xwe didin. Polîsan destpêkê bi hinceta OHAL’ê destûr nedan em li vê derê rûnin. Lê ji ber helwesta sendîkaya me, me karî em vê astengiyê ji holê rabikin. Di 24’ê Nîsanê de dê danişîna doza bê dîtin. Ji hiqûqû li welat evqas dûr û dirêj dajo, diyar dibe ku dê rewş çawan be. Ligel hemû tiştî dê berxwedana me qezenc bike. Li Tirkiyeyê em rewşa karkeran baş dibînin. Ji bo em daxwazên xwe bînin ziman em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin.”
 
‘BI OHAL’Ê RE ME HER TIŞT DÎT’
 
Tusun, da zanîn ku cara yekemînê OHAL’ê dibîne û wiha bi dawî anî: “Me di OHAL’ê de hemû zor û zehmetî dîtin. Ji xwe ya ku herî zêde em asteng kirin OHAL bû. OHAL’ê zirarên mezin dan karkeran. Ji ber OHAL’ê dozên me jî dirêj dikin. OHAL herî zêde kêrî karê sermayedaran tê. Ez bang li hemû karkeran dikim ku bibin sendîkayî û beşdarî mîtînga Maltepe ya 1’ê Gulanê bibin.”