Îthalkirina goşt ne çare ye

img

WAN – Hikûmetê daxuyand ku piştî Sirbîstanê vê carê ew ê goşt ji Rûsyayê îthal bikin. Sewalvanên li Wanê bertek nîşanî van daxuyaniyan dan. Sewalvanan destnîşan kir ku hikûmet dixwaze heta hilbijartinê goşt îthal bike, lê belê ev îthalata goşt bi tu awayî bi kêrî wan nayê. 

Hikûmeta AKP’ê ji dêvla polîtîkayên wadedirêj, bi polîtîkayên rojane tev digere. Nemaze jî di warê sewalvaniyê de goştê heywanan îthal dike û her wiha heywanan bi êmê îthal xwedî dike. Ji ber vê yekê sewalvan nikarin tu tiştî jî bikin. Li gorî daneyên TUÎK’ê li Tirkiyeyê hilberandina goşt pir kêm bûye. 
 
Hikûmet ji dêvla desteka sewalvaniyê bike, berê xwe dide îthalkirina goşt. Di sala 2017’an de li dor 17 milyon dolarî goştê sor îthal kir. Herî zêde jî ji Polonya, Bosna Hersek û Romanyayê îthal kir. Serokomar Recep Tayyip Erdogan di meha Cotmeha 2017’an de serdana Sirbîstanê kir û daxuyand ku ew ê 5 ton goşt ji vî welatî îthal bikin. Paşê Parlementerê CHP’ê yê Nîgdeyê Omer Fethî Gurer têkildarî îthalkirina goşt bi awayekî nivîskî pêşnûmepirsek dabû. Di bersiva ku Wezîrê Gumruk û Bazirganiyê Bulent Tufenkçî da de, hatibû diyarkirin ku di sê salên dawî de bi buhayê 156 milyon dolarî goşt hatiye îthalkirin. Herî dawî jî Wezîrê Çandinî û Sewalvaniyê Ahmet Eşref Fakibaba daxuyand ku ew ê niha jî ji Rûsyayê goşt îthal bikin. 
 
Sewalvanên li Wanê bertek nîşanî polîtîkaya hikûmetê ya di warê sewalvaniyê de dan û gotin, îthalatkirina goşt ne çareserî ye, divê sewalvan bên destekkirin. 
 
'TEKANE ÇARESERÎ DESTEKKIRINA SEWALVANÊN XWECIHÎ YE’ 
 
Sewalvan Suleyman Yucel diyar kir ku her tişt bi fiyetên buha didin sewalvanên xwecihî û mal ji derve tê kirîn. Yucel destnîşan kir ku ji ber vê polîtîkayê sewalên wan di destê wan de mane. Yucel bi lêv kir ku îthalkirina goşt ne çareserî ye û tekane çareserî destekirina sewalvanên xwecihî ye. 
 
RANT HEYE 
 
Sewalvan Mehmet Mamûk jî got: “Heta îro tim goşt îthalkirin çi bû? Niha kîloya goşt bûye 50 lîre. Li cihekî wekî Wanê ku sewalvanî zêde ye jî kîloya goşt bûye 40 lîre. Bila pêşî van pirsgirêkan çareser bikin, paşê goşt îthal bikin.” Mamûk bi lêv kir ku goştên îthal wekî yên xwecihî biqalîte nabin û kesên dixwazin sewalvaniyê bikin ji ber van polîtîkayan dev jê berdidin. Mamûk got: “Polîtîkaya îthalkirina goşt qethiyen ne çareserî ye û nabe çare jî. Tekane çareserî destekkirina sewalvanên xwecihî ye. Dibe ku hikûmet heta hilbijartinê domandina polîtîkaya îthalkirina goşt wekî çareseriyê bibîne, lê ev polîtîka ne çareserî ye.” Her wiha Mamûk got, di îthalata goşt de tenê bazarkirinên siyasî tune ne, rant jî heye û îhaleyan didin kesên nêzî hikûmetê. 
 
'EM NIKARIN HEYWANÊN XWE BIFIROŞIN’ 
 
Sewalvan Mûstafa Arslan jî got divê hikûmet mal ji sewalvanên xwe bikire û domand: “Heywana ku me sala çûyîn bi 9 hezar lîreyî dida, îsal em nikarin bi 7 hezar lîreyî jî bidin. Mirov nikarin sewalên xwe bifiroşin. Heywan di destê sewalvanan de mane, lê ew ketine derdê îthalkirina goşt. Sewalvanê bi navê Ferhat Aydin jî got, bi buhabûna fiyetên sotemeniyê û qedexekirina zozanan û bi vê polîtîkaya îthalkirina goş dixwazin bi temamî li herêmê sewalvaniyê biqedînin. Aydin destnîşan kir ku divê ji dêvla îthalkirina goşt fiyetên sotemenî û êman bên kêmkirin.