Jinên karker ên demsalî: Em roja xwe xelas dikin

img

MÊRSÎN – Karkera demsalî Yildiz Bozkoyun a ku rojê 12 saet li nav zeviyê bexdenûz, roqa, tûzik û pîvazê hêşîn berhev dike û got: “20 sal e ez li zeviyan dixebitim. Ne siberoja me di bin mîsogeriyê de ye û ne jî danehevek me heye. Tenê em roja xwe xelas dikin.” 

Li herêma Çukurovayê herî zêde karkeriya demsalî heye. Herî zêde jî jin li nev ziviyan dixebitin û keda xwêdana eniya xwe dixebitin. Rojê 12 saet bi bêewle û bi heqdestê erzan dixebitin. Yek ji van karkeran jî Yildiz Bozkoyun a 20 sal e karkeriya demsalî dike ye. Bozkoyun anî ziman ku 20 sal e vî karî dike û got: “Em bedela keda xwe nastînin. Ji berbanga sibê heta êvarê em dixebitin. 20 sal e ez li zeviyan dixebitim. Ne siberoja me di bin mîsogeriyê de ye û ne jî danehevek me heye. Tenê em roja xwe xelas dikin.” 
 
'JI MECBÛRÎ EM DIXEBITIN’ 
 
Bozkoyun diyar kir ku ew ji neçarî dixebitin û wiha got: “Em ji mecbûrî dixebitin. Gelek zehmet e lê em neçar in bixebitin. Bi heqdestê ez distînim zarokên xwe didim xwendin.” 
 
Ceylan Bozkoyun jî da zanîn ku ji bo 2 zarokên xwe bide xwendin 5 sal e dixebite û got: “Zarokek min çar salî heye, ez datînim cem xwezerû xwe û têm dixebitim. Ji ber westandina kar em bi zarokên xwe re dem jî derbas nakin. Ji bo ez li zarokên xwe binêrim, xwe dixim bin vî barê zor.” 
 
‘TIŞTA EM DISTÎNIN JÎ LI LÊÇÛYINÊN MALÊ DIÇE’ 
 
Nurcan Yeşîlçay a ji Hatayê jî destnîşan kir ku ev du sal in l zeviyan dixebite û wiha axivî: “Bedela berhevkirina hezar qevdik hêşînayî 100 lîreyî distînim. Hevjînê min bi mûçeyê asgarî dixebite. Li gel ez jî dixebitim, dîsa em nikarin xwe xwedî bikin. Hemû heqdestê em distînin li ser lêçûyîna malê diçe. Şertên jiyanê pir zor bûne. Hemû karê me ji bo siboroja zarokên me ye.” 
 
‘MÎSOGERIYA ME NÎNE’ 
 
Remziye Tas jî destnîşan kir ku ji serê sibê heta êvarê tûzik, bexdenûz, roqa û pîvazê hêşîn berhev dike û got: “Em taştê û firavîna xwe jî li vir dixwin. Hemû dema me li zeviyan derbas dibe. Em nikarin zarokên xwe jî bibînin. Halê me jinan ên li nav zeviyan wiha ye. Di nav van şertên zor de, bêyî ku tu mîsogeriya me hebe em dixebitin.”