Beko: Em nikarin Newroz û 1’ê Gulanê ji hev cuda bikin

img

STENBOL – Serokê Giştî yê DÎSK’ê Kanî Beko anî ziman ku ew ê tevî sendika û endamên girêdayî DÎSK’ê tev li pîrozbahiyên Newrozê bibin û got: “Ne rast e ku mirov Newroz û 1’ê Gulanê ji hev cuda bike. Wateya herî şênber a Newrozê, bidawîbûna Rewşa Awarte ye.” 

Wê di 21’ê Adarê de bi dirûşmeya “Newroz Berxwedan e, Li Dijî Faşîzmê Bihara Gelan e” li Stenbolê Newroz bê pîrozkirin. Amedkariyên pîrozbahiya ku dê roja Çarşemê li Bazara Gel a Bakirkoyê pêk bê didomin. Serokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Kanî Beko anî ziman ku ew ê tevî sendika û endamên girêdayî DÎSK’ê tev li pîrozbahiyên Newrozê bibin. 
 
Beko, destnîşan kir ku Newroz li dijî Dehaq çîroka rizgariyê ye û got: “Divê binî vê yekê destnîşan bikim; Dehaqê herî mezin ê vê serdemê, hêzên emperyalist in ku bi polîtîkayên xwe gelen herêmê ber hev didin. Heta ku gelen herêmê bi hev bikevin, ji hev dûr bikevin û wekî tehdît li hevdu binerin, tenê wê hêzên emperyalist bi ser bikevin. Li vê xaka ku ji ber şer westiyaye, dema Newrozê bê pîrozkirin divê ev rastî neyê jibîrkirin; li dijî Dehaqan yanî hêzên emperyalist, bivê nevêya têkoşînê parastina aştî û biratiyê ye. Heta em aştî û biratiyê neparêzin, wê tim Dehaqên zalim hebin.” 
 
‘NEWROZ BIDAWÎBÛNA REWŞA AWARTE YE’ 
 
Beko, anî ziman ku li Tirkiyeyê derfetên nîqaş û axaftinê nemane. Beko diyar kir ku organa herî baş ku pirsgirêk lê bên axaftin û nîqaşkirin Meclîs e, lê belê hemû erken Meclîsê bi awayekî fiîlî hatine xespkirin û nûnerên gel hatine girtin û vîna gel hatiye xespkirin. Beko, balê kişand derhiqûqiyên ku bi KHK’ê di çarçoveya Rewşa Awarte de hatine derxistin û got: “Rewşa Awarte, pergaleke nû ya Dehaq e û hewl dide welatê me mehkûmî tarîtiyê bike. Di vê pergalê de heq, hiqûq û edalet tune ye. Di vê pergalê de kar, nan tune ye. Di vê pergalê de aştî û biratî tune ye. Eger em dixwazin bi awayekî aştiyane û biratiyî li vê xakê bijîn, divê demildest dawî li vê pergala Rewşa Awarte bê. Wateya herî şênber a vê rojê ew e ku dawî li pergala Rewşa Awarte bê. Ez bawer dikim ku eger em mil bidin milê hevdu û bitêkoşin zû an dereneg wê Rewşa Awarte biçe, wê demokrasî bê û wê yekîtiya karkeran, biratiya gelan bi ser bikeve.” 
 
‘EM Ê LI QADA NEWROZÊ BIN’ 
 
Beko got: “Di Newroza 2013’an de bi milyonan mirov li Amedê hatibûn gel hev. Li wir dema mudaxileya hin kesan tune bû, herkes li kêleka hev stranên xwe gotin. Ez jî 2 sal berê tev li pîrozbahiya Newrozê ya li Amedê bibûm. Bi rastî jî li wir Newroz nîşan da ku li vê xakê yekîtî, dostaniya qedîm çawa ye.” Beko diyar kir ku wê sendika û endamên girêdayî DÎSK’ê li her derî tev li pîrozbahiyên Newrozê bibin.  
 
Her wiha Beko bi lêv kir ku ne rast e mirov Newrozê û 1’ê Gulanê ji hev cuda bike û got: “Herdu jî wateyê li hev bar dikin. Ji mêj ve kesên ji bo Newroz û 1’ê Gulanê têdikoşin û bedêlê didin mirov in. Hêvîdar im di pîrozbahiyên Newrozê de pozê kesekî jî xwînî nebe û gelê me dakeve qadan û daxwazên xwe yên demokrastîk bîne ziman. Bi hêviya ku Newrozê ji bo hemû gelan bibe cihê demokrasî, aştî, biratî û edaletê.” 
 
MA / Muhammet Dogru