Rewşa Deriyê Xabûrê ne tu rewş e: Dora xwe li maseyên okeyê dikin

img

ŞIRNEX – Li Deriyê Sînor ê Xabûrê ku di dema referandûma Herêma Kurdistana Federe de, di navbera rêveberiya herêmê û Tirkiyeyê de wekî krîzekê rû dabû, hejmara wesayîtên îxrcatvan ji sedî 50 kêm bûye. Ji sedî 30'yê fîrmayên herêmî top avêtine û ajovanên ku ji ber vê yekê betal mane, li qehwexaneyan bi lîstina kaxezan dema xwe derbas dikin. 

Piştî "referandûma serxwebûnê" ya ku di 25'ê Îlona 2017'an de li Herêma Kurdistana Federe hat çêkirin de, di navbera rêveberiya herêmê û Tirkiyeyê de krîza "Deriyê Sînor ê Xabûrê" rû dabû û hindik mabû derî bihatana girtin. Lê belê di demên dawî de li vî deriyê navborî westdariyeke berbiçav heye. Li deriyê sînor ku gelek qamyonên fîrmayên îxracatvan tê re derbas dibin, hema bêje hejmara qamyonên tê re diçin û tên her diçe kêmtir dibe. 
 
NÎVÎ NÎVÎ KÊM BÛ 
 
Sala çûyîn di deriyê sînor ê navborî de hema bêje rojê 2 hezar zêdetir qamyon diçûn û dihatin. Rayedarên fîrmayên îxracatvan ên li navçeyê, diyar kirin ku nemaze piştî rageşiya di navbera rêveberiya Kurdistana Federe û Tirkiyeyê de, hejmara qamyonên diçin û tên nîvî nîvî daketiye. Xwediyên fîrmayan destnîşan kirin ku di sala 2017'an de di deriyê sînor de milyar û 900 milyon îxracat hatiye kirin û gelek sedemên vê ketinê hene. Rayedarên fîrmayan anîn ziman ku Tirkiye û Iraq bi awayekî fiîlî ambargo danîne ser Herêma Kurdistana Federe û pevçûnên li herdu welatan jî tesîrê li vê rewşê dikin. Rayedaran destnîşan kir ku bêîstikrariya li herêmê bi awayekî zêde nebawerî li fîrmayan peyda kirine û ev rewşa neyînî herî zêde bandorê li gelê navçeyê dike. 
 
JI SEDÎ 30'YÊ FÎRMAYÊN HERÊMÎ TOP AVÊTIN 
 
Di nav fîrmayên ku herî zêde bandor ji vê rewşê girtine, fîrmayên li Silopiya, Cizîr û navçeyên Qoser û Nisêbînê yên Mêrdînê ne. Tê diyarkirin ku 4 mehên dawî de ji sedî 30'yê fîrmayan top avêtine. Lê belê topavêtina fîrmayên herêmî herî zêde jî tesîrê li ajovanan dike. 
 
DORA XWE LI MASEYÊN OKEYÊ KIRINE! 
 
Nemaze jî piraniya ajovanên li Silopiyayê, ji ber barekî ku veguhêzînin bi destê wan nakeve ji bo dor bigihê wan li qehwexaneyên li navçeyê bi lîstina okeyê dema xwe derbas dikin. Ajovanan diyar kir ku berê van çaxan ew li ser karê xwe bûn, lê belê ji ber ku niha kar tune ye û karekî ku bikin bi dest wan nakeve ji mecbûrî dema xwe li qehwexaneyan li dor maseyên okeyê derbas dikin. Ajovanan, bi lêv kir ku tenê niha fîrmayên mezin ên li Dîlok û Mêrsînê li ser xeta sînor îxracatê dikin. Ajovanan got ger rewş wisa dewam bike ew ê ji bo xebatê berê xwe bidin metrepolan. 
 
MA / Gokhan Altay