Yildirim: Firotina fabriqeyên şekir gel dixe zerarê

img

MEREŞ – Parlamenterê HDP'ê yê Semsûrê Behçet Yildirim diyar kir ku wekî HDP'ê firotina fabrîqeyên şekir qebûl nakin û wiha got: "Firotina fabrîqeyên şekir ji bo rençberan zerar e."

Rêxistina HDP'ê ya Elbîstana Mereşê, têkildarî firotina Fabrîqeya Şekir a Mereşê li pêş fabrîqeşa şekir a Elbîstanê tevî karkerên fabrîqeyê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenterê HDP'ê yê Semsûrê Behçet Yildirim, Endama Meclisa HDP'ê Selma Metin û Mehmet Karayilan, rêveberên HDP'ê yên Riha, Semsûr, Dîlok, Meletî, Amed û Xerpêtê tev li daxuyaniyê bûn. Karkeran pankarta "Fabrîqe yên gel in, nayên firotin" û "Dest nedin malên gel" vekirin. Di daxuyaniyê de Parlamenter Behcet Yildirim, diyar kir ku wekî HDP'ê firotina fabrîqeyên şekir qebûl nakin û wiha got: "Firotina fabrîqeyên şekir ji bo rençberan zerar e. Firotina saziyan dewletê ne ji bo xêra gel e. Me berê jî gelek mînakê vê yekê dît. Wê demê jî Erdogan got ji bo gel e. Zerara wê li gel bû., lê fêdeya wê li gel nebû. 
 
Piştî daxuyaniyê polîsan nasnameyên endam û rêveberên HDP'ê di GBT'ê re derbas kirin.