Di 15 salan de 355 hezar cotkarên pincarê dest ji kar berdan

img

ÎZMÎR  - Di 15 salên serdema AKP’ê de ji ber polîtîkayên AKP'ê yên neyînî cotkarên pincara şekir ji 460 hezaran daketin 105 hezaran. Qada bazara şekir ji sedî 33 kêm bû. Karkerên fabrîqeya şekir ji 18  hezar û 800 karkeran daketin 8 hezar û 100'î. Serokê şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Îzmirê Ferdan Çiftçî, diyar kir ku bi salan e amadekariya arizîkirinê dihat kirin. 

Li Tirkiye 14 fabrîqeyên pincarên şekir tên arizîkirin. Bi vê yekê re bi hezaran karker û cotkarên pincarên şekir dest ji kar û cotkariyê berdidin. 
 
Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkan a Tirkiye (TUİK) di sala 2003'an de li Tirkiye 460 hezar cotkarên pincarên şekir hebûn. Lê ji ber polîtîkayên şaş hêjmara cotkarên pincarên şekir di sala 2017'an de daket 105 hezaran. Di sala 1998'an de qada çandiniyê ya pincarê şekir 5 milyon û 45  hezar dekar bû. Dê di sala 2017'an de ji sedî 33 kêm bû û daket 3 mîlyon û 392 hezar dekarî. Dîsa vê yekê bandora xwe li ser karkeran jî kir. Di serdema AKP’ê de hêjmara karkeran jî kêm bû. Di sala 2002'an de 18 hezar û 800 karker di fabrîqeyan de kar dikirin. Lê piştî 2017'an hêjmara karkeran ji sedî 60 kêm bû û daket 8 hezar û 100 karkeran. 
 
Di sala 2002'an de qada bazarê 237.4 milyon TL kara şekir hebû. Lê piştî 2013'an heta 2016'an bazar kêm bû û daket 76.5 milyon TL. 
Serokê şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Îzmirê Ferdan Çiftçî, diyar kir ku bi salan e amadekariya arizîkirinê dihat kirin û wiha got: "Hikûmeta Tirkiye ji ber polîtikayên şaş ên xwe bi derve girê dide qada çandiniyê ya li Tirkiye û hêjmara cotkaran kêm dibe. Fabrîqeyên şekir ji 2000'an û şûnde li gorî Gona Pereyan a Navneteweyî (İMF) bi plan dike û arizî dike. Pincarê şekir ji hezaran rençberan re çavkaniya debare ye. Li şûna şert û mercên fîzîkî û biyolojîk baş bike, dijberî wê tev digere. Polîtikayên şaş ên li ser çandiniyê dê bandora xwe li ser sewalkariyê jî bike. Piştî 2008'an û şûnde di qada sewalariyê ve jî paşketinek heye. Tirkiye hem di qada çandiniyê de û hem jî di qada sewalkariyê de êdî bi derve ve girêdayî ye. Bi taybetî di 15 salen dawî de hilberîn zede dibe, lê buhayê berhem û hilberînê kêm dibe. Ev nîşan dide ku keda rencberan tê xwarin û her ku diçe rencber xizan dibin. "
 
Çiftçî, anî ziman ku piştî fabrîqeyên heyî arizî bikin êdî çandînî û rençberiya pincarê şekir dê bi dawî bibe û wiha bi dawî kir: "Ev yek dê bandora xwe li ser sektora sewalkariyê jî bike. Ev yek berdewama polîtîkayên arizîkirina fabrîqeyên TEKEL (Tûtîn), SEK (Şîr) û EBK (Goşt) ye. 
 
MA / Ahmet Kanbal