Serokê Çîftçî Senê Aysu: Arizîkirina fabrîkayan polîtîkaya teslîmiyetê ye

img

STENBOL – Serokê Çîftçî Senê Abdullah Aysu diyar kir ku bi arizîkirina fabrîkayên şekir re dê 4 hezar karker bêkar, 250 hezar karkerên demsalî û 105 cotkar mexdûr bibin û got: “Dê cotkar topbiavêje û feqîrî zêde bibe. Ev ne netewî ye, dê radestî şirketên pirnetew bikin.” 

Fabrîkayên Şekir ên Tirkiyeyê dê ji aliyê Serokatiya Îdareya Arizîkirinê (OÎB) bê arizîkirin. Li bendê ye fabrîkayên Erzîngan, Erzirom, Mûş, Kastamonu, Yozgat, Kirşehîr, Afyon, Çorum, Burdur, Elbîstan, Ilgin, Turhal û Alpullu Bor di meha nîsanê de bên arizîkirin. Xebatkarên fabrîkeyan li dijî vê nerazîbûn nîşan didin. Serokê Giştî yê Konfedarasyona Sendîkayên Cotkar Abdullah Aysu jî got ku dê arizîkirina fabrîkayan pêvajoya cotkar topbiavêjin û feqîr bêtir bên feqîrkirin bi xwe re bîne. 
 
'DÊ DOR BÊ YÊN DIN JÎ’ 
 
Aysu anî ziman ku niha 25 fabrîka hene û piştî 14 fabrîka bên arizîkirin dê dor bê fabrîkayên din û got: “Heke ev pêk were, fabrîkayê şekir hildiberînin dê radestî şirketên pirnetew bên kirin. Bi zextên şirketên pirnetew re rewşa arizîkirina fabrîkayan derket holê. Dê arizî bikin. Niha Ewropa bi taybet giraniya xwe daye ser hilberîna silke û dixwaze li pêş bixe. Ji ber ku Ewropa arasteyî vê tiştê ê kirin em jî terk dikin.” 
 
'460 HEZAR COTKAR DAKETIYE 105 HEZARÎ’ 
 
Aysu da zanîn ku silk dînamoyê çandiniyê ye û wiha domand: “Mirovên zanist jî dibêjin ‘silk tunebûya divê bihata afirandin.’ Dev ji tiştek ewqas binirx berdidin. Heta 2001’an malbatên silke hildiberandin nêzî 460 hezarî bû. Îro daketiye 105 hezarî. Sedema vê bingehîn polîtîkaya hikûmetê ye. Îstîhdamek micid winda bû. Di heman demê de wê çaxê nêzî 19 hezar karker di fabîkayan de dixebitî. Di vê serdemê de hejmara karkeran daketiye derdora 8 hezarî. Niha jî arizîkirin ji bo me tê wateya girtinê. Bi girtina 14 fabrîkayan re dê nêzî 4 hezar karker bêkar bimînin. Dê 250 hezar karkerên demsalî jî nikaribin bixebitin. Dê windahiya  îstîhdamek pir micid pêk were. Bi vî aqilî dê feqîr hin bêtir bê feqîrkirin. Wê esnafên biçûk jî topbiavêjin.” 
 
'NE POLÎTÎKAYEK MILLÎ YE’ 
 
Aysu bal kişand ser polîtîkaya desthilatê ya projeya 2023’an a “cotkariya millî” û ev tişt got: “15 sal in ev desthilat vê welatî birêve dibe. Di bin têgeha ‘millî’ de gelek tiştan arizî kir. Niha jî fabrîkayên şekir arizî dike. Baş e vaye hûnê vê jî arizî bikin, dê wek ‘millî’ çi bimîne? Tişta hûn ji millî fêm dikin çi ye? Ev pir vekiriye û ne polîtîkayek millî ye. Berevajî vê yekê fabrîkayên Tirkiyeyê radestî şirketên pirnetew dikin. Dixwazin kontrola xwe li Tirkiyeyê temîn bikin û fabrîkayên şekir bixin bin kontrola xwe.” 
 
MA / Bîlal Seçkîn