'Şer aboriya welat têk dibe'

img

İZMÎR – Esnafên bazarê yên semta Taxa Uzundera Îzmîrê diyar kirin ku şer aboriyê welat têk dibe û wiha gotin: “Mirov bi şev birçî radikevin. Çi karê Tirkiyeyê li Efrînê heye? Pirsgirêka ku divê ewil bê çareserkirin, krîza aborî ye.” 

Polîtîkaya bi Rewşa Awarte (OHAL) dest pê kir û bi operasyona li dijî Efrînê dewam dike. Her roja ku diçe krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê bêhtir kûr dike. Her çiqas rayedarên hikumetê daxuyaniyan didin û aşkere dikin ku “rewşa aboriyê baş e”, lê rewş li kolanan diguhere û dîmenê li kolanan pir cuda xwe dide der. Gel bi zorê debara xwe dike û esnaf jî diyar dikin ku nikarin kar bikin. Esnafên bazarê ya semta Taxa Uzundere ya navçeya Karabaglara Îzmîrê, aşkera kirin ku her roja ku der bas dibe, rewşa aborî ber bi felaketê ve diçe û bi gotinên siyasetmedaran aborî nayê başkirin. 
 
‘MIROV BI ŞEV BIRÇÎ RADIKEVIN’ 
 
Orhan Sarikaya esnaf e û da zanîn ku ew bi mûçeya teqewîtbûnê nikare debara xwe bike û wiha axivî: “Ji ber vê min dest bi esnafiyê kir. Teqewîtbûn jî me ji birçina dikuje. Polîtîkayên hikumetê yên şer me feqîr dike. Bi dirêjkirina OHAL’ê re, rewş nebaş bû. Bi şerê li dijî Efrînê re rewş hêj bêtir xerabtir bû. Divê ku Tirkiye bi Efrîne re neketiba şer. Çi karê Tirkiyeyê Efrînê heye? Ji ber polîtîkayên hundir û derve Tirkiye xelas bû. Li Tirkiyeyê her şev mirovên birçî radikevin hene. Pirsgirêka ku bê çareserkirin divê ev pirsgirêk be.”
 
‘EV ŞER BÊ WATE YE’ 
 
Sarikaya anî ziman ku feqîrî li Tirkiyeyê derketiye asta herî jor û wiha pê de çû: “Di pêvajoyeke ku ewqas xizanî heye, ew qas dirêjkirina şer bê wate ye. Me têra xwe jiyan kir. Lê dê nifşên pişt me çi bikin. Divê şer bi dawî be.” 
 
‘JI BERÎKA ME DERDIKEVE’ 
 
Nîrgul Bal jî li bazarê bi firotina xwarin û şîraniyê debara xwe dike. Bal derbirî ku jixwe OHAL dewam dikir û rewş ne baş e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Şerê ku bi salan e dewam dike ne bes bû, ev şerê dawî jî lê hat zêdekirin, rewşa aboriyê ji binî ve têk çû. Em nikarin dengê xwe jî derxin. Yên vî welatî bi rêve dibin, bi firotinê û diziyê tiştekî li vî welatî nehiştin. Heta êvarê em nikarin tiştekî bifiroşin. Hilberîn tuneye û her kes birçî ye. Lêçûnên şer zêde bû û ev hemû ji berîka me derdikeve.” 
 
‘AŞTÎ PÊK BÊ, DÊ HER TIŞT BAŞ BIBE’ 
 
Zubeyde Kara çandiniyê dike û tiştên ku hilberîna wan dike, li bazarê difiroşe. Kara destnîşan kir ku piştî teqewît bûye, ji ber pirsgirêkên aboriyê neçar maye li bazarê kar bike. Kara da zanîn ku aştî pêk bê dê her tişt sererast bibe û feqîrî jî ji holê rabe. 
 
‘PEREYÊ ŞER JI BERÎKA GEL DERDIXIN’ 
 
Ji esnafan Îsmaîl Gok anî ziman ku bi êrîşên li dijî Efrînê re, krîza aborî hêj bêtir kûr bûye û ev tişt anî ziman: “Şer diqewime. Hemû baca şer ji berîka gel derdixin. Li Tirkiyeyê her kes deyndar e. Di demên dawî de kes nayê bazarê û vala dimîne. Rêya çareseriyê ew e divê şer bi dawî bibe.” 
 
MA/ Rûken Demîr - Ayşe Surme