'Fatûreya her bombeyî ji bêrîka karkeran diçe'

img

ÎZMÎR - Serokê Şaxa Hejmar 2 ê DÎSK'a Îzmîrê Arîf Yildiz, bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê, aşkera kir ku her bombeya ku tê avêtin fatûreya wê ji bêrîka karker û kedkaran derdikeve.

Piştî derbeya 15'ê Tîrmehê Rewşa Awarte (OHAL) hat îlankirin û 6 caran dema wê hat dirêjkirin. Herî dawî Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên girêdayê wê êrîşê Efrînê kirin û bi plana şer re, aboriyeke mezin ji bo parastinê hat veqetandin. Pisporên aboriyê dan zanîn ku aboriya Tirikyeyê ne baş e, ji bo wê nikare şerekî rake, polîtîkaya şer bandora herî mezin li ser karker û kedkaran dike. 
 
Serokê Şaxa Hejmar 2 ê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Şoreşger (DÎSK) a Îzmîrê Arîf Yildiz, êrîşên li dijî Efrînê û bandora wê ya li ser karkeran nirxand. Yildiz, da zanîn ku desthilatdarî bi şer hebûna xwe berdewam dike.
 
‘KARKER ŞER NAXWAZIN’
 
Yildiz destnîşan kir ku hikumet OHAL'ê ji bo berjewendiyên karmendan bi kar tîne û ji bo vê karker nikarin mafên xwe yên grevê jî bi kar bînin û wiha got: "Sedema dirêjkirina OHAL'ê ji ber şerê navxweyî û derveyê welat e. Fatûreya vê jî li karkeran dibirin." Yildiz got ku li dijî banga şer divê her kes xwedî li aştiyê derkeve û wiha axivî: "Derdê karker û kedkar ew e li welatê xwe di şertên aştiyane de bijîn, bi hêsanî nan bibin mala xwe. Di vê mijarê de helwesta ne zelal e. Em teqes şer naxwazin." 
 
‘QANÛNÊN ANTÎ-DEMOKRATÎK HEMÛ DERBAS KIR’
 
Yildiz da zanîn ku hemû qanûnên antî-demokratîk ên ku AKP'ê heta niha ji Meclisê derbas nekirine, bi hincetên OHAL û şer bi rêya KHK'an kiriye qanûn û wiha pê de çû: "Li Tirkiyeyê qaşo demokrasî heye. Derdikevin ser kursî û dibêjin ku 'li welat demokrasî heye û her kes gotina xwe bi awayekî azad tîne ziman', lê tiştek wiha tune. Li welat demokrasî tune. Ji ber ku çapemeniya vî welatî jî ne azad e, qasî 160 rojnamegeran di girtîgehê de ne, televîzyon, kovar, rojname hatin girtin. Li gorî xala 51'an her kes dikare bibe endamê sendîkayê. Her çendî ev hebe jî lê karmend vê binpê dike."
 
‘KARKER NIKARE ITIRAZ BIKE’
 
Yildiz "Sererastkirina taşeronî" ya bi KHK'a Hejmar 696'an anîn jî bi bîr xist, diyar kir ku bi vê sererastkirinê maf itiraz û dozê yê karkeran ji destê wan hatiye girtin. Yildiz, derbirî ku vê yekê bê kariyeke mezin derxistiye holê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Karker tenê dikarin bi daxwaznameyekê serlêdanê bikin, lê dê ev yek tu tiştekî bi dest nexe. Karker nikarin li kuçeyan mafên xwe yên demokratîk jî bînin ziman. Girseya ku deng daye AKP'ê jî xwedî tu pêşerojê nînin."