‘Destkeftiyên karkeran bi Qod 29’ê tên desteserkirin'

img

STENBOL - Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP’ê Şaziye Kose, diyar kir ku êrişên li dijî destkeftiyên kedkaran zêde bûne û dixwazin hemû destkeftiyên karkeran bi Qod 29’ê desteser bikin. 

 
Cîgira Hevserokên Giştî ya ji Komîsyona Kedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) berpirsyar Şaziye Kose, derbarê desteserkirina mafê karkeran de, li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Bajêr a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlementerên HDP’ê Zuleyha Gulum û Mûsa Pîroglû jî beşdarî civînê bûn.
 
Kose, diyar kir ku di dema pandemiyê de bêkarî û xizanî gelek zêde bûye û wiha got: “Ji bo karker û kedkaran tu bergirî nayên girtin, kedkarên li dijî vê yekê derdikevin jî gefên bêkariyê lê tê kirin. Hinek karker jî di bin navê destûra bêheq de bi awayekî veşartî mehkumî bêkariyê tên kirin. Hejmara bêkariyê gihiştiye 10 milyonan û her ku diçe jî zêde dibe.”
 
‘QOD 29 BÛYE ÇEKA KARSAZAN’
 
Kose, bi bîr xist ku di 16’ê nîsana 2020’an de bi armanca ewlehiya îstîhdamkirinê bi xala 10’emîn a derbasdar a Qanûna Kar, ji kar derxistinê re bi awayekî fermî qedexe anîbûn. Kose, da zanîn ku karsaz ji bo qedexeya ji kar avêtinê Qod 29’ê bikar tînin û wiha axivî: “Ev pêkanîn rê li ber mexdûriyeteke mezin a kedkaran vedike. Karsaz, li dijî karkeran Qod 29’ê weke çekê bikar tînin. Di vê çarçoveyê de em weke HDP’ê di serî de Qod 29 em ê li dijî hemû neheqiyên ku li karkeran tên derkevin û em ê li cem karker û kedkaran bin.”
 
BANGA ‘QANÛNÊ PAŞ VE BIKŞÎNIN’
 
Piştî daxuyaniyê Parlementera HDP’ê Zuleyha Gulum jî diyar kir ku bi Qod 29’ê hemû mafên karkeran tê xespkirin û bang li desthilatê kir ku qanûnê demildest paş ve bikişînin.
 
‘PIŞTEVANÎ ŞERT E' 
 
Parlementerê HDP’ê Mûsa Pîroglû jî diyar kir ku pêvajoya pandemiyê ji patronan re vegeguherand fersendê û wiha got: “Zêdetirî karkeran di şert û mercên koleyî de dixebitin. Hemû qanûnên desthilatê derxistin ji bo patronan derxistin. Li dijî van êrişan tenê çeka kedkaran piştevanî ye.”