HDP’ê dest bi kampanya ‘Hevdîtinên Kar û Xurekê’ dike

img
ENQERE - MYK’a HDP’ê, di pêşengtiya Komîsyona Aboriyê ya partiya xwe de, dest bi kampanya “Hevddîtinên Kar û Xurekê” dike. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dest bi kampanya “Hevdîtinên Kar û Xurekê” dike. Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê, derbarê kampanyayê de peyamek parve kir û got: “Em di pêşengtiya Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê û Komîsyona Aboriyê ya partiya xwe de, dest bi kampanyayê dikin. Ji bo hevdîtina yekemin emê starta kampanyayê li Amedê bidin.”
 
Hat diyarkirin ku parlamenterên endamên Komîsyona Aboriyê ya HDP’ê, dê li Amedê bi dikandar, bêkar, kedkar, cotkar û nûnerên saziyên civaka sivîl re bên gelhev û pirsgirêkên aboriyê nîqaş bikin. 
 
Di daxuyaniyê de, hat destnîşan kirin ku komîsyon wê di 22’yê Çileyê de, li Amedê di daxuyaniya li dar bixe de, wê starta kampanyayê bide.