Xebatkarên tenduristiyê ji bo daxwazên xwe di nobetê de ne

img
STENBOL - Platforma Şaxan a KESK’ê ya Stenbolê, ji bo balê bikşîne ser zehmetiyên ku xebatkarên tenduristiyê di pandemiyê de pê re rûbirû mane vê carê jî li navçeya Zeytînbûrnûyê nobet girt.
 
Platforma Şaxan a Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Stenbolê, têkildarî zehmetiyên ku xebatkarên tenduristiyê di pandemiyê de pê re rûbirû mane, her roj di navbera saetên 08.30 û 09.00’an bi dirûşmeya “Ez ji bo xwe di nobetê de me” nobetê digirin. Platformê çalakiya nobetê vê carê jî li Nexweşxaneya Nexweşiyên Sing a Yedîkuleya navçeya Zeytînbûrnûya Stenbolê li dar xist. Gelek kedkarên tenduristiyê beşdarî çalakiya nobetê bûn. Xebatkarên tenduristiyê di nobetê de pankarta “Em nikarin debara xwe bikin, van zamên we yên sedî 3 ku di 10 salên dawî de we kirine em mehkumî sînorê xizaniyê bûn. Em ji bo daxwazên xwe di nobetê de ne” vekirin û dovîzên “Em zama nanê hişk qebûl nakin” , “Ji herkesê re îstîhdama bi qadro û biewle” û “3 hezar 600 neha nebe wê kengî be” hatin hilgirtin.
 
‘DIVÊ DAXWAZÊN ME BÊN PÊŞWAZÎKIRIN’
 
Di çalakiya nobetê de Berdevkê Demê yê Platforma Şaxan a KESK’ê ya Stenbolê Mesût Mîke axivî û diyar kir ku desthilatî ji daxwazên kedkarên tenduristiyê re guhên xwe girtine. Mîke, xwest ku ji bo bijîn û bidin jiyîn daxwazên wan bên pêşwazîkirin û wiha got: “Divê mafên me neyên xespkirin, em neyên mexdûr kirin û rewşa me ya aborî were başkirin. Ne gengazê ku kedkarên tenduristiyê bi sedî 3 li ser piya bimînin. Di bin sînorê xizaniyê de ne gengaze ku em karê xwe bikin.” Mike, bal kişand ser têkoşîna bi rêxistinî û da zanîn ku weke kedkarên tenduristiyê heta ku mafê xwe bigirin wê dengê xwe bilind bikin.”