Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê xwarina 7 lîreyî bi 17 lîreyan digire

img
AMED – Xwarina ku nexweşxaneyên Amedê bi 6 lîre û 90 qurişî peyda dikin Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê bi 17 lîreyan digire. Nexweşxaneya ku 80 personelên wê yên aşxaneyê betal in, bi Mala Mamosteyan ku bi nelirêtiyan di rojevê de ye re peymana wê heye. 
 
Derket holê ku di nav xweşxaneyên Amedê de nexweşaneya ku ji bo nexweş û personelên xwe xwarina herî biha peyda dike Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê ye ku 80 xebatkarên wê yên aşxaneyê hene. Nexweşxaneya Nexweşînên Zarokan û Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyûbiyê, ji bo her danê xwarinê bi 6 lîre û 90 qurişan peyda dikin, lê Gazî Yaşargîl xwarina ji rêzê û parêzê bêyî KDV bi 11 lîre 75 qurişan peyda dike. Xwarinên neweşxaneyê ji aliyê Mala Mamosteyan ku di rojên dawîn de bi nelirêtiyan di rojevê de ye ve tên çêkirin.
 
WÊ XWARIH HER SAL BÊ ZEMKIRIN
 
Peymana xwarina Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê ku di 9’ê cotmeha2020’an de di navbera Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajar a Amedê û Miduriyeta Mala Mamosteyan a Amedê de hatiye îmzekirin û di 1’ê mijdara 2020’an de ketiye meriyetê, wê heta 3 salan bidome. Heke guncav bê dîtin wê alî karibin peymanê dirêj jî bikin. Li gorî peymana ku wê di 30’ê cotmeha 2023’an de bi dawî bibe, her sal li gorî daneyên enflasyonê dê xwarin bên zemkirin. 
 
KDV JI MIDURIYETA TENDURISTIYÊ YE
 
Bi dayîna KDV’ê ku ji aliyê Miduriyeta Tenduristiyê ve tê dayîn re bihayê xwarina ji rêzê û parêzê ya her danî dertê 17 lîreyan. Li gorî peymanê Miduriyeta Tenduristiyê ji bo xwarina ji rêzê 11 lîre û 75 quriş, ji bo taştêya ji rêzê 5 lîre û 50 quriş, ji bo taştêya parêzê 5 lîre û 50 quriş û ji bo xwarina parêzê jî 11 lîre û 75 quriş, ji bo xwarina parêzê ya navbere 50 quriş û ji bo R1/R2 jî 9 lîre û 50 quriş bide Mala Mamosteyan. 
 
PERSONELÊN AŞXANEYÊ KETIN BETALIYÊ
 
Bi ketina meriyetê ya peymanê re li Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê 80 personelên aşxaneyê ketine rewşa betaliyê.