Welatiyên teqawidbûyî: AKP'ê gora me kolandiye

img
ENQERE – Kesên teqawidbûyî anîn ziman ku her diçe şert û mercên wan ên jiyanê zehmetir dibin û di dema îqtidara AKP'ê de pirsgirêkên wan ên aborî zêde bûne û gotin: "Gora me hatiye kolandin." 
 
Li Tirkiyeyê meaşê 4 milyon û 179 hezar û 840 kesên teqawidbûyî, di biniya meaşê kêmtirîn de ye. Kesên teqawidbûyî yên li Enqereyê dijîn, bal kişandin ser rewşa xwe ya aborî. 
 
‘GORA ME HATIYE KOLANDIN' 
 
Rafet Bozdogan ku di sala 1996'an de teqawid bûye, anî ziman ku rewşa aboriyê ji binî ve xera bûye û got: "Di serdema AKP'ê de gora me hatiye kolandin. AKP, partiyeke ehlê sermayeyê ye. Dijminê karker û kedê ye." 
 
JI BÊGAVÎ DIXEBITE 
 
Bozdogan, anî ziman ku di xaniyê ku ji bavê wî jê re maye de dimîne. Bozdogan, diyar kir ku berê dikaribû bi meaşê xwe yê teqawidbûyînê xênî bikire, lê belê niha bi vî meaşî nikare şaneşîna xênî jî bikire. Bozdogan, destnîşan kir ku kesên teqawidbûyî û di xêniyên bikirê de dimînin ji mecbûrî dixebitin. 
 
HER TIŞ BI DEYN E 
 
Rafet Ûrûk anî ziman ku welatiyên teqawidbûyî bi zorê zarokên xwe didin xwendin û got: "Kurê min sirf ji bo zanîngehê bixwîne, kredî kişand. Pirtûkên wî, lênûskên wî, wargeha lê dimîne hemû bi deyn bû. Gava kuta kir 22 mhezar TL deynê wî çêbû. Êdî dosyeyên îcrayê yên zarokên eksên teqawidbûyî hene." 
 
PIRSGIRÊK, NERÊXISTINBÛYÎN E 
 
Gulhabî Çinar jî destnîşan kir ku hikûmetê nanê tisî liyaqî wan dibîne û got: "Li Tirkiyeyê 12 milyon kesên teqawidbûyî hene. Ev hejmar bixwe dikare pergalê biguherîne. Kesên teqawidbûyî hay ji hêza xwe nîn in. AKP, ji bo berdewamiya îqtidara xwe her tiştî dike, lê karker û kesên teqawidbûyî nikarin dengên xwe ragihînin." 
 
‘NIKARIN DEBARA XWE BIKIN' 
 
Serokê Emeklî-Sen a Şaxa Mamakê Hanîfî Yilmaz jî destnîşan kir ku kesên teqawidbûyî nikarin heqê kirêya xwe û fatûreyên xwe bidin û carinan jî ji bo kar serî li sendîkayê didin. Yilmaz got: "Çend roj berê 8 kesên teqawidbûyî ji bo zexîre telefonî min kirin. Bi saya şaredariyê me alîkariya wan kir. Lê belê kesên teqawidbûyî bi alîkariyan nikarin debara xwe bikin. Berê kesên teqawidbûyî bê tirs dibûn endamê sendîkayê. Li Mamakê 40 hezar kesên teqawidbûyî hene. Sendîkaya me vekiriye, bila werin em bi hev re bimeşin û bi hev re pirsgirêkên xwe çareser bikin."