Karkerên depoyê yên Mîgrosê: Em ê heqê xwe bistînin

img
KOCAELÎ -  Karkerên depoyê yên Mîgrosê, ji ber ku endamê DGG-SEN'ê bûne rayedaran destûra bêheq dabûn wan. Karkerên ku 11 roj in li ber xwe didin gotin: "An em ê vegerin ser kar an em ê vegerin ser kar. Wekî din tu çare tune ye." 
 
Li navçeya Çayirova ya Kocaeliyê ji ber tevdîrên derbarê şewbê de şert û mercên kar ên karkerên depoyê yên Mîgrosê giran bûbûn. Ji ber vê karker bûbûn endamên endîkaya Karkerên Depo, Lîman, Tersane û Behrê (DGD-SEN). Piştî vê rayedaran destûra bêheq dabû 60 karkerî. Lê belê ji wan re nehatibû gotin dê kengî vegerin ser karên xwe. Karker jî ji bo vegerin ser karê xwe 11 roj in li ber depoya li Çayirovayê çalakiyê li dar dixin. Çalakiya karkeran her roj saet di navbera 11.00-17.00'an de ye. 
 
‘SÛCÊ ME XEBATEKE ZÊDE YE' 
 
Karker Fatma Yîgît, anî ziman ku di sala 2018'an de dest bi kar kiriye û ji 31'ê Kanûnê ve destûra bêheqe dane wê. Yîgît, bilêv kir ku bêyî ku ji wan re bêg otin destûr hatiye dayîn. Yîgît, bilêv kir ku ji xeynî "xebateke zêde" tu sûcekî wan tune ye û got: "Di mehekê de min 162 saet mesaî kir. Wekî ku em mexbûr in her roj bixebitin tahde li me kirin. Em jî li ber van tahdeyan rabûn. Lewma destûra bêheq dan me." 
 
‘DOZA HEQÊ XWE DIKIM' 
 
Yîgît, bilêv kir ku bi pereyê ku bi dest diket, pê mesrefên sê zarokên xwe yên xwendekar dikirî. Yîgît, ji bo hevalên xwe yên niha dixebitin got: "Helbet rojekê wê aqûbeta wan jî wekî ya me be. Wê mexdûr bibin, lewma bila bibin endamên sendîkayê. Bila doza heqên xwe bikin. Ez ne ji bo xwe, ji bo wan hewl didim." 
 
Yîgît got: "Sendîka ne sûc e. Heqê me ye. Ez ê heya dawiyê li vê derê bim. Heke bivê ez ê heya Enqereyê jî bimeşim. Nikarin zarokên min mexdûr bikin. Ez tenê doza heqê xwe dikim, wekî din tiştekî naxwazim." 
 
‘EZ Ê ÇAWA BI HEZAR LÎREYÎ DEBARA XWE BIKIM' 
 
Karker Îbrahîm Koçyîgît ku ji sala 2015'an ve li depoya Mîgrosê dixebite, anî ziman ku piştî destûra bêheq dane wan karkerên nû hatine girtin. Koçyîgît, anî ziman ku ji ber ku karkerê berê bûye amîrê wî tim îstifakirin lê ferz kiriye û got: "Ez mehê hezar û 500 lîreyî heqê kirê didim. Hezar û 500 lîre jî heqê krediya min heye. Ma ez ê çawa bi hezar lîreyî debara xwe bikim? Tu kes qîmetê nade karkeran. Her kes bi pişta kardêr digire." 
 
Koçyîgît, destnîşan kir ku tenê dixwazin vegerin ser karê xwe û got: "Heya venegrim ez ê bêm vê derê. Heke bivê ez ê bi şev jî bimînim. Jixwe gava tu heqê kirê nedî, wê xwediyê xanî te derxe. Ha tu di kon de mayî ha tu li vê derê mayî." 
 
‘EM ROJA YEKŞEMAN JÎ DIXEBITÎN' 
 
Nûrten Akan jî anî ziman ku di sala 2017'an de li depoyê dest bi kar kiriye. Akan, bilêv kir ku performansek hebûye, lê belê gava hin kes wê di biniya performansa hatiye diyarkirin de bimana bi derxistina kar gef li wan dihat xwarin û got: "Em roja yekşeman jî dixebitîn." 
 
Akan, anî ziman ku dilê wan û şer tune ye û got: "Em doza nanê xwe dikin. Ew dixwazin ku em dev ji tazmînatên xwe berdin û biçin li cihekî din bixebitin. An em ê vegerin ser kar an em ê vegerin ser kar. Wekî din tu çare tune ye. Ji ber ku em nikarin bi pereyê ku ji bo destûra bêheq didin me debara xwe bikin, em li vê derê li ber xwe didin. Em ê heqê xwe bexşî Mîgrosê nekin. Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin." 
 
MA / Kadîr Guney