Li dijî zema ji sedî 3’ê bordroyên xwe şewitandin

img
NAVENDA NÛÇEYAN – Kedkarên endamên KESK’ê li gelek bajaran li dijî ji sedî 3’ê zemkirina muçeyên kedkaran bertek nîşan dan û bordroyên muçeyên xwe şewitandin û karta sor nîşanî hikumetê dan. 
 
Tevî reqamên bilind ên enflasyona hikumetê jî ji bo muçeyên kedkarên cemaweriyê 6 mehên ewil ên salê ji sedî 3’ê zem guncav hat dîtin. Kedkarên cemaweriyê yên endamên Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê li dijî vê rabûn û daketin kolanan û bi daxuyaniyan bertek nîşanî ji sedî 3’ê zema mûçeyan dan. 
 
Li Enqereyê Platforma Şaxan a KESK’ê xwest li Cadeya Sakarya ya Enqereyê daxuyanî bidin. Polîsan destûr neda kedkar daxuyanî bidin. Li ser vê yekê kedkaran li ber avahiya Şaxa Egîtîm Senê ya Jimara 5’an a Enqereyê daxuyanî dan. Hevserokên Giştî yên KESK’ê Mehmet Bozgeyîk û Aysûn Gezen û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li vir hat dayîn û bertek nîşanî zemkirina ji sedî 3’ê hat dayîn. 
 
Her wiha Platforma Şaxan a KESK’ê yên Amed, Wan, Colemêrg, Mêrsîn, Antalya, Hatay û gelek bajarên din jî daketin kolanan û li dijî zemkirina ji sedî 3’ê daxuyaniyan li dar xistin û bertek nîşanî vê zemkirinê dan. Di daxuyaniyan de kedkaran bordroyên muçeyên xwe şewitandin û karta sor nîşanî hikumetê dan.