Kedkarên tenduristiyê bertek nîşanî zema ji sedî 3’ê dan

img
AMED – Hevserokê Şaxa SES’ê ya Amedê Şiyar Guldîken, diyar kir ku ji destpêka şewbê de daxwazên nayên qebûlkirin û bertek nîşanî biryara zemê ya ji sedî 3’ê ya hikûmetê da.
 
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) a Amedê, li ber Nexweşxaneya Zayînê ya Amedê daxuyanî derbarê pirsgirêkên kedkarên tenduristiyê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de kedkarên tenduristiyê pankarta “Mûçeyê me têra ziwakirina xwêdana me nake” daleqandin û dowîzên mîna “Herkes rehet dibe em ditengijin” , “Em heqdesta hejariyê naxwazin” û “Dîsa em hatin jibîrkirin” hildan. 
 
Hevserokê Şaxa SES’ê ya Amedê Şiyar Guldîken, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku 10 meh in daxwazên kedkarên tenduritiyê ku bi şewbê têdikoşin nayên qebûlkirin û wiha got: “Bi sendîkayên alîgirên hikûmetê re zema ji sedî 3’ê ya hejariyê hat kirin. Desthilata ku nikaribû pêvajoya şewbê bi rê ve bibe, niha jî dixwaze bi ser derziyê de deriyekî nû yê rantê veke. Ez meheke kesên perê wan hene û dewlemend derzî dibin.”
 
Piştî daxuyaniyê de kedkaran bi qasî 5 deqeyan çalakiya rûniştinê li dar xistin.