Di kana madene de hezan: 2 karker birîndar bûn

img
COLEMÊRG - Li Colemêrgê, di kaneke madenê de hezan çêbû û 2 karker birîndar bûn. 
 
Li nêzî gundê  Uzumcu ya girêdayî navenda Colemêrgê, di kaneke madeyê ya taybet de hezan çêbû. Karkerê bi navê Behçet Kûrt û karkerekê din ê navê wî nehat zanîn dibin hezanê de man. Ekîbên sewqî cihê bûyerê hatin kirin, her du karker rizgar kirin û bi ambûlansê sewqî nexweşxaneyê kirin. Hat diyar kirin ku di cihên cuda yên laşên karkeran de şikestin hene û talûkeya jiyana xwe tuneye. 
 
Hat dest nîşan kirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.