HDP’ê rapora faîzê parve kir
Sedem rejîma yek zilamî ye, faîz encam e

img
STENBOL - Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan "Rapora faîzê" aşkere kir û wiha got: "Di 18 salan de 500 milyar dolar dan faizê. “Erdogan teslîmî lobîya faîzê bûye. Sedem rejîma yek zilamî ye, faîz encam e. 
 
Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Komîsyona Aboriyê Berpirsiyar ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Garo Paylan, "Rapora Faîzê" ya partiya xwe li Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê bi civîna çapemeniyê aşkere kir. Paylan bal kişand ser gotina Erdogan a 11'ê Tebaxa 2020’an ku gotibû "Faîz daket banda ji sedî 8,25'an. Dê bêtir dakeve" û wiha got: "Piştî vê gotinê 4 meh şûnde rêjeya faîzê ji sedî 17 bilind bû. Di daxuyaniya Erdogan a 12'ê Mijdara 2020'an de got ‘faiz sedem û enflasyon encam e. Em bi biryar in enflasyonê daxin yek raqamê. Lê piştî vê gotinê mehek şûnde faîz duqat zêde bûn. Erdogan bi salan partiyên beriya AKP’ê bi sucdariya ‘Welat mahkûmî lobiyên faîzê û IMF’ê kirine" tawanbar dikirin. Lê asta hatiye pir zelal e. Êdî rejîma qesrê li pêş lobiya faîzê çong danîne." 
 
Paylan, bal kişand  ser nêzîsatiya Erdogan û zavayê wî û wiha got: “Erdogan û zavayê xwe 130 milyar dolar rezerveyên Banka Navendî (MB) di 2 salan de xelas kirin. Li welatekî ku Rejîma Qesrê lê hebe, pere ne di ewlehiyê de ye. Lobiya faîzê ku vê yekê dibîne welat terk kir. Erdogan ê ku faîza herî zêde ya cîhanê da, dîsa pereyê germ ji derve tîne. Erdogan, ketiye destê selefxuran. Rejîma Erdogan  baca ku xizan didin, dişîne ji Lobiyê Faîzê re. Niha şampiyonê faîzê Tirkiye ye. Erdoganê ketiye destê selefxuran tu carî iflah nabe. Tirkiye di aliyê faîzê de li cîhanê di rêza welatê 10'emîn dte ye. Rejîma yek zilamî Tirkiye nexist nava 10 welatê aboriya wan baş, lê rejima yek zilamî ya Tirkiye, welat xist nava rêza 10'emîn a faîzê. " 
 
Paylan, bibîr xist ku rejîm sedem û faîz jî encam e û wiha bi dawî kir: "Rejima yek zilamî sedema vê yekê ye û faîz encam vê qeyranê ye. Ji ber AKP li welat demokrasî û astî cemidaniye û rejîma yek zilamî ava kiriye, her tişt serobin bûye. Her ku li welat, serweriya Hiqûqê, aborî û azadiya ramanê dakeve asta jor, dê qeyrana aborî kûr bibe. Di 18 salan de 500 dolar da faîzê. Rençber, esnaf, karker û kedkar bûne bi faîzê KOBÎ, selefkuran bûne deyndar. Welatiyan di xizmeta lobiya faîzê de didin xebitandin. Ji sedî ya faîzê li vir ji sedî 25 bilind bûye. Di serdema 18 salên AKP'ê de 1 Trilyon û 71 Milyar TL ye. Di 18 salên 2002-2020'an de 500 Mîyar dolar pere daye faîzê."