Di 2020’an de 2 hezar û 427 karkeran jiyana xwe ji dest da

img
STENBOL - Li gorî Rapora Cînayetên Kar a Sala 2020’an a ÎSÎG’ê, herî kêm 2 hezar û 427 karker jiyana xwe ji dest dan û herî zêde 741 karker ji nexweşiya covîd-19’ê jiyana xwe ji dest dan e. 
 
Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG), “Rapora Cînayetên Kar a Sala 2020’an” weşand. ÎSÎG’ê diyar kir ku herî kêm 2 hezar û 427 karkeran jiyana xwe ji dest dane. ÎSÎG’ê, daneyên karkerên ku jiyana xwe ji dest dan parvekirin û diyar kir ku agahiyên karkerên ku jiyana xwe ji dest dan ji sedî 66 di çapemeniya netewî de, ji sedî 34 ji pisporên ewlehiya kar, bijîşkên kar, sendika û çapemeniya heremî hatine bidestxistin.
 
MIRINÊN HERÎ ZÊDE DI MEHA KANÛNÊ DE ÇÊBÛN
 
ÎSÎG’ê, hejmara cînayetên kar ên sala 2020’an a li gorî meha wiha da: “Di meha çileyê de herî kêm 114, di meha sibatê de herî kêm 132, di meha adarê de herî kêm 113, di meha nîsanê de herî kêm 223, di meha gulanê de herî kêm 166, di meha hezîranê de 190, di meha tîrmehê de herî kêm 164, di meha tebaxê de herî kêm 218, di meha îlonê de herî kêm 211, di meha cotmehê de herî kêm 232, di meha mijdarê de herî kêm 308 û di meha kanûnê de jî herî kêm 356 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.” Li gorî raporê hat destnîşankirin ku herî zede 741 karkeran ji nexweşiya covîd-19’ê jiyana xwe ji dest dane.