'Heya em vegerin ser karê xwe em ê têbikoşin'

img

ÎZMÎR - Karkerên PTT'ê ku ji ber ku endamên sendîkayê bûn ji kar hatin derxistin, anîn ziman ku heya vegerin ser karê xwe dê bitêkoşin. 

Di bin banê PTT'Ê de 14 hezar karkerên taşeron dixebitin. Ji bo mafên karkerên li Stenbol û Îzmîrê û gelek bajarên din Sendîkaya Karkerên Poste, Telefon Û Telekomunîkasyonê (PTT-SEN) hatibû avakirin. 
 
Rêvebirên fîrmayê ji bo pêşî li ber rêxistinbûyîna karkeran bidin, bêyî ku tazmînatê bidin karkeran ji kar derxistin. Karker jî ji bo ku vegerin ser karên xwe li ber Midûriyeta Navendî ya PTT'ê ya li Bayrakliyê 25 roj in li ber xwe didin. 
 
Serokê Giştî yê PTT- SEN'ê Halît Buyuk ku ji kar hatiye avêtin, anî ziman ku karkerên PTT'ê di şert û mercên dijwar de bi heqedesteke kêm dixebitin. Buyuk, bilêv kir ku di dema pandemiyê de karê wan zêdetir bûye û şert û mercên wan xirabtir bûne û got: "Di dema şewbê de mirov li ser înternetê alvêrê dikin. Ji ber vê kargo pir zêde bûye. Kar zêde bû, l karkerên nû negirtin. Ê ku îtiraz kirn tahde li wan kirin. Me ji bo heqdesteke mirovane û şert û mercên baş, xwe birêxistin kir." 
 
Buyuk, da zanîn ku li herêma Egeyê 15 hevalên wan ên endamê PTT SEN û Kargo SEN'ê ji kar hatine derxistin û got: "Dadgeh didome. Zorê didin hevalên me yên endamên sendîkayê û ji wan dixwazin ku îstifa bikin. Sendîkabûyîn mafekî qanûnî ye. Ez bang li rayedaran dikim ku kesên mafên me asteng dikin bidarizînin." 
 
GAVA KARGO NAGIHÊJE CEZA DIBIRIN 
 
Karker Ûgûr Cengar ku ji kar hatiye avêtin got: "Bi şewbê re barê me giran bû. Karkerên nû jî negirtin. Nexasim jî belavkarên peya niakrin pakêtan hemûyan bigihînin navnîşanan. Wexta kargo nagihêje cihê xwe, ceza dibirin. Me jî li dijî vê pergala koletiyê xwe birêxistin kir." 
 
ME SENDÎKAYA XWE AVA KIR 
 
Îlkay Demîr jî anî ziman ku ji sala 2006'an ve di PTT'ê de dişixule û cara ewil e bi awyaekî sendîkayî dixebite. Demîr got: "Ji bo ku em pirgsirêkên xwe hel bikin me sendîkaya xwe av kir. Me di sala 2019'an de ava kir. Lê di demeke kurt de gelek eks bûn endamên wê. Me li Marmara û Behra Reş du peymanên giştî çêkirin." 
 
Demîr jî anî ziman ku doza wan didome û zext û zorî çi dibin bila bibin, dê berxwedana wan bi ser bikeve û ji bo piştgiriyê bang li her kesî kirin. 
 
Karekeran destnîşan kir ku heya cardin vegerin ser karê xwe dê bitêkoşin.