Kongreya SES'ê bi dawî bû

img
ENQERE - Civata Giştî ya Asayî ya 10'emîn a SES'ê di roja duyemîn de bi hilbijartinê bi dawî bû. Dê hefteya pêşiya me Hevserokên SES'ê werin diyarkirin. 
 
Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) duh li Enqereyê dest bi Civata Giştî ya 10'emîn a Asayî (kongreya 10'emîn) kiribû. Kongreyê îro hilbijartinê berdewam kir. Rêveberên SES'ê KESK'ê beşdarî kongreyê bûn. Di hilbijartinê de desteya bilind, dîsîplîn, venihêrtin (kontrolkirin) û delegeyên di Navenda Giştî ya KESK'ê de cih bigirin hatin bijartin. Hevserok û dabeşkirina rêveberiya SES'ê dê di civîna hefteya pêşiya me de werin diyarkirin.