Karkerên madenê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan

img
MANÎSA – 31 karkerên madenê yên xwestin ji Soma heya Enqerê bimeşin hatibûn binçavkirin, hatin berdan. 
 
Li Manîsayê, karkerên Madenvaniya Ûyar Soma yên ku bi salane tazmîneta wan nayê dayîn, ji bo ku dengê xwe bidin bihîstin biryar dan ku di 12’yê Cotmehê de, ber bi Enqerê ve bimeşin. 31 karkerên madene ligel astengiyên heyî jî, duh bi şev gehiştibûn Salihliya Manîsayê û li ser Rêbejahiya Îzmîr-Enqerê hatibûn binçavkirin. Karê serê vê sibê hatibûn binçavkirin, hat berdan. 
 
Karker wê têkildarî binçavkirina xwe, li Meydana Demokrasî ya Salihliyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.