Karkerên demsalî di vegera malê de qeza kirin: 11 kes birîndar bûn

img
RIHA - Karkerên çandiniyê yên demsalî, di vegera bajarê xwe Rihayê de, qeza kirin. Di qezayê de 2 jê zarok 11 kes birîndar bûn. 
 
Di navbera rêbejahiya Riha û Dîlokê de, mînîbûsa karkerên çandiniyê yên demsalî lê siwar bûn, li tirekê qulipî, 2 jê zarok 11 kes birîndar bûn. Di qezayê de ji heman malbatê Mehmet (6), Zehra (6), Sara (29), Ayşe (27), Ali, Fatma, Îbrahîm, Abit (60), Îsmaîl (32) û Rabia Yildiz (29) birîndar bûn. Ajokarê TIR’ê Vedat Atay jî di qezayê de birîndar bû. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyer, birîndar rakirin nexweşxaneyên Rihayê.
 
DI VEGERA RÊ DE 
 
Malbata Yildiz, ev 6 mehbûn li bajarên rojava weke karkerên çandiniyê yên demsalî dixebitin û di vegera malê de ev bûyer hat serê wan.