Karkerên Soda Sanayiyê: Taloqkirina grevê êdî bûye polîtîkayeke asayî ya hikumetê

img

MÊRSÎN - Karkerên Soda Sanayiyê ku destûra bêheq bi zorê li wan hatiye ferzkirin û mafê wan ê grevê hatiye taloqkirin gotin: "Biryara taloqkirina grevê, êdî bûye polîtîkayeke asasyî ya hikûmetê." 

 
Li navçeya Akdenîz a Mêrsînê karkerên şîrketa Soda Sanayiyê ji bo Peymana Karî ya Giştî (TÎS) hevdîtin bi rayedarên şîrketê re çêkirin. Lê belê ji hevdîtinê tiştek derneket. Piştî tiştek ji hevdîtinê derneket li ser navê karkeran Şaxa Sendîkaya Petrol-Îşê ya Mêrsînê di 9'ê Cotmehê de biryara grevê girt. Lê belê berî ku grev dest pê bike bi rojekê Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan, biryar girt ku greva heta 60 rojan bê taloqkirin. Kardêrê ku di hevdîtina TÎS'ê de tiştek bi dest nexist fabrîkeya Soda Sanayî, ŞÎşecam Kromsan û Tûz Îşletmesiyê da sekinandin û destûra bêheq li 550 karkerî ferz kir. Her wiha rayedarên şîrketê bi zorê destûra salane da karkerên fabrîkeyê. 
 
'WÊ 90 HEVALÊN ME BETAL BIMÎNIN'
 
Sedat Mizrak ku 16 sal in li Fabrîkaya Soda Sanayiê dixebite, bibîr xist ku karker û kardêr du salan carekê ji bo TÎS li hev dicivin û got, di hevdîtina sala 2018'an de jî heman pirsgirêk rû dabûn. Mizrak, anî ziman ku ji ber ku li fabrîkeya wan tiştên kîmyewî hene, heftê 5 rojan dişixulin û 2 rojan bi destûr in û got, lê belê kardêr dixwaze destûra wan bike rojekê. Mizrak, bilêv kir ku li fabrîkeyê 4 wardiye dixebitin û got, heger betlaneya wan bikin rojekê vê carê wê karkerên heyî zêde bin û wê 90 hevalên wan betal bimînin. 
 
Her wiha Mizrak anî ziman ku kardêr dixwaze hevdîtinê TÎS'ê jî ne 2 salan carekê 3 salan carekê bên kirin û got: "Heger bibe 3 salan carekê wê heqê me jî kêm bibe." 
 
‘NIKARIN YEKÎTIYA KARKERAN XERA BIKIN' 
 
Mizrak nerazîbûna xwe ya ji bo taloqkirina grevê jî anî ziman û got: "Biryara taloqkirina grevê êdî bûye polîtîkayeke asasyî ya hikûmetê. Heya niha 16-17 grev hatine taloqkirin. Em li cem sendîkaya xwe ne. Wê tu carî yekîtiya karkerên kromsan, tûz û sodayê xera nebe. Em ê bitêkoşin û bi ser bikevin." 
 
Mehmet Goncagul ku 13 sal in li Fabrîkeya Şîşecam a Kromsanê dixebite, anî ziman ku ji ber li fabrîkeyeke kîmyewî dixebitin tim bi kîmyasala re rû bi rû dimînin û got: "Em dixwazin di şert û mercine baş de bixebitin û heqê keda xwe bistînin. Her tişt ji sedî 30-35 hatine bihakirin, lê heqê me ji sedî 18 hatiye zêdekirin. Em vê yekê qebûl nakin. Ev neheqî ye." 
 
Goncagul jî nerazînabûna xwe ya ji bo taloqkirina grevê anî ziman û got: "Hikûmetê greva me taloq kir. Keys ji kardêr re jî çêbû û rabû destûra bêheq li me ferz kir. Gava dema peymanê nêz bû, helwesta kardêr jî guherî. Em ê niha nikaribin meaş wergirtin û nediyar e wê ev destûra bêheq kengî biqede." 
 
MA / Omer Akin