Pîşeya hesinkariyê li dijî teknolojiyê li ber xwe dide

img

ŞIRNEX - Xeyrî Demîr ê ku 30 sal in li navçeya Basa hesinkariyê dike, ji bo ku hesinkarî neyê jibîrkirin û tune nebe, hewl dide vê pîşeya kevnare derbasî nifşên nû bike. 

Pîşeya hesinkaran, ku di demên berê de xwedî cihekî bi qîmet bû, ji hêla hostayên ku îro jimara wan pir kêm bûne ve zindî tê hiştin. Li navçeya Basa ya Şirnexê hesinkar Xeyrî Demîr (53) yê ku her roj, bi dehan alavan çêdike, hewl dide ku vê pîşeya qedim ligel pêşkeftina teknolojiyê dewam bike. Demîr, di nava rojê de bi dehan bivir, çakûç û dasan çêdike. Demîr ê bi salane karê hesinkariyê dike, bal kişand ser teknolojiya ku keda destan dikuje û got: “Hewceye ku civak xwedî li hûnera xwe ya destan a dîrokî derbikeve.” 
 
'TEKNOLOJIYÊ HESINKARÎ KUŞT’ 
 
Demîr, diyar kir ku mîna berê qedir û qîmeta karê hesin nemaye û wiha axivî: “Teknolojî çiqas pêş bikeve keda destan ewqas bêqîmet dibe. Ez di salên 90'an de ji Kerboranê derketim û li Basayê bi cih bûm. Ev qasî 30 salane ez vî karî dikim.  Li vê herêmê ji ber ku gel bi cotkariyê û sewalkariyê re debara xwe dike, pêdiviya wan bi das, çakûç û bivir çêdibe. Lê li herêmên sewalkariyê hêdî hêdî xelas dibin û ev jî karê me bi awayeke neyînî bandor dike. Teknolojiyê ev kar kuşt û tu wateya wê nehişt. Bi gelemperî li Tirkiyeyê pir kêm kes vî karî dikin. Kesên ku dikin jî, li dijî teknolojiyê berxwe didin. Berê her kes ji bo ku vî karî fêr bibin diketin rêzê. Lê niha ne di xema kesekê de ye. Tenê ji bo perçeyekê alavekê ez bi saetan bênavber dixebitm. Lê ligel vê jî em tiştek nagirin. Ji xwe ew alav û amûrên ku em çêdikin, bi rojan, carna jî bi hefteyan û mehan li vir dimînin.”
 
'HETA KU EZ BIKARIBIM EZ Ê VÎ KARÎ BIKIM'
 
Demîr, bal kişand ser rewşa xwe aboriyê jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di hesinkariyê de, qezenceke baş tuneye û peydakirina nan pir zehmet bûye.  Ji ber ku kar pir tune ye, em ji xeynî karê xwe bi karên cuda re jî mijûl dibin. Ev kare niha pere nake. Sal çiqas derbas bibin fiyetê alavan jî ewqas dikevin.  Bi rastî jî mirov bi çêkirina hesin hem stres diavêje, hem jî dema ku kedê dide kêfxweş dibe. Di vê serdemê de êdî her tişt bûye teknolojî. Hêdî hêdî sewalkarî dimre û cotkarî namîne. Êdî bi ked dayînê, kes pereyan qezenc nake. Her tiştek bê wate bûye. Her sal pîşeyên mîna hesinkariyê dimirin. Ez gelek dixwazim karê hesinkariyê nîşanî ciwanan bikim. Ji bo ku ji nifşê nû re ragihînim. Ji bo ku karê destan zindî bimîne ez vî karî dikim. Heya ku ez karibim, ez ê vî karî bikim.”
 
MA / Zeynep Dûrgût