Li Wanê heqê kîraya xaniyan 2300 TL derbas kir

img

WAN - Li Wanê heqê kîraya xaniyan piştî bankayên cemaweriyê “Krediya faîza kêm a xaniyan" da, kîrya xaniyan pir zêde bû. Serokê Komeleya Emlakvanan a Wanê Orhan Ozdek, diyar kir ku heqê xaniyeki "4+1 ode  2300 tl derbas kiriye û êdî mirov nikarin xaniyan kirê bikin. 

Li wanê piştî bankayên cemaweriyê “Krediya faîza kêm a xaniyan" da, heqê kîrayên xaniyan qat duqat zêde bû. Welatiyên ku kredî ji bankayê kişandin, vê carê xaniyan bi dest naxin. Têkildarî mijarê Serokê Komeleya Emlakvanan a Wanê Orhan Ozdek, diyar kir ku heqê xaniyeki "4+1 ode  2300 tl derbas kiriye û êdî mirov nikarin xaniyan kirê bikin. 
 
Orhan Ozdek, anî ziman ku xaniyekî heqê buhayê wî 310 hezar TL be, mehek şûnde derdikeve 400 hezar tl û wiha got: "Piştî vîrûsa corona belav bû stoka xaniyan pêş ket. Faîza xaniyên nû ji sedî 0.64 û ya xaniyên destê duyemîn jî ji sedî 0.74 kêm kirin. Bazirganan ev yek ji bo xwe kirin firsend. Hem muteahhît û hem jî firoşkarên xaniyan ev yek kirin firesnd. Ev li hemû Tirkiyeyê pêş ket û li Wanê jî pê ket. Herî zêde mirov tên giliyên xwe li me dikin. Ev firsendperestî ne li gorî sincê mirovan e. Ji ber vê rewşê mirovekî xaniyê wî tune be û li xanî bigere bi vî bûhayî nikare xanî bikire û nikare kirê bike. Divê hikûmet vê yekê bişopîne û gavan bavêje. Ev zilm e. Em ê li dijî vê firsendperestiyê û zilmê rawestin. Îro xaniyên 1+1, 2+1, 3+1, 4+1 pir buha bûne. Îro xaniyê 4+1 bi heqê herî kêm e. Kîraya xaniyê 4+1 2300 tl ye. Mirovên kêmî vî buhayî kar bikin dê nikaribin kîraya xanî bidin."
 
MA / Bariş Donmez