Tona kayê li zeviyê 450 tl li bazarê 700 tl ye

img

QERS  - Kafiroşên li Qersê ji bo sewalkaran, her sal bi kamyonan kayê ji derve tînin. Kafiroş îsal jî ji bo amadekariya zivistanî diçin li Amed û Rihayê kayê dikirin û bi kamyonan dibin Qersê. Kafiroşê Qersî yên kayê ji Amed û Rihayê dikirin, diyar kirin ku heta digêjin Qersê li ser rê gelek caran ceza li wan dibirin. Kafiroşan anîn ziman ku ji ber gubre û mazot buha bûye ka jî bûha bûye û tona kayê bi 700 tl tê firotin. 

 
Sewalkarên Qersê ku bez û dewaran xwedî dikin, her sal ji bo pêdiviyên kayê temîn birin berê xwedidin Amed û Rihayê. Welatiyên ku sewalan xwedî dikin ji ber çêre kêm e, bi kamyonan kayê ji derve dikirin. Sewalkarên Qersê diçin li navçeyên Pirsûs, Wêranşar ên Rihayê kayê dikirin. Kafiroş jî dîsa tên bi kamyonan kayê digirin û li Qersê li Bazara Kayê depo dikin. Kafiroş li bazarên kayê kayê difiroşin. Lê îsal ji ber buhayê mazot û gubre tona kayê bi 700 tl dikirin û buhatir difiroşin. 
 
Kafiroş Sînan Şimşek, diyar kir ku ew diçe kayê ji Wêranşar a Rihayê dikire û wiha got: "Hefteyek berê min 25 ton ka anî Qersê. Me kîloya wê bi 450 kuruşî kirî. Lê ji ber heqê mazotê em kîloya wê bi 700 kuruşî difiroşin. Mazot gelek buha bûye. Di rêwîtiyê de em gelek rastî pirsgirêkên trafîkê tên. Polîs her tim ceza li me dibire. Her carê Hezar û 500 TL  cezayê trafîkê li me dibire. Em hin caran di heman rojê de difiroşin. Hin caran jî 5 rojan nayê firotin. 
 
Kafiroş Îhsan Şimşek jî anî ziman ku tenê bi firotina kayê debara xwe dike û wiha got: "Ji 15 salî heta niha karê kirîn û firotina kayê dikim. Em di nava salê de 6 mehan betal in. Îsal ji ber vîrûsê me dereng dest pê kir. Em ji bo debara xwe vî karî dikin."