Cihê wan teng e û nikarin rakevin

img

MÛGLA - Li Bodrûmê li şantiyeyên înşeatan herî kêm 10 karker di kawîşekê de dijîn. Karker Harûn Bîngul destnîşan kir ku şert û mercên tê de ne ên koletiyê ne û got, ne sîgorteya wan ne jî temînatek wan heye. 

Li navçeya Bodrûm a Mûglayê li şantiyeyên înşeatan bêyî ji bo şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) tevdîr bên girtin, karker tên şixulandin. Li şantiyeyekê nêzî 200 karker hene û li razanxaneyê 7 an jî 10 karker li cem hev du radizên. Piraniya karkeran ji Şirnex, Wan, Agirî û Êlihê ne. 
 
Abdûrrahman Aslan (51) ku ji navçeya Cizîr a Şirnexê hatiye anî ziman ku 15 sal in vî karî dike. Aslan, diyar kir ku 5 mehan li Bodrûmê şixuliye vegeriyaye Cizîrê û got, serê sibê saet di 7'an de dest bi kar dikin heya 5 û nîvê êvarî dişixulin. Aslan, anî ziman ku heqê keda xwe nastînin û got, ji bo qawîşên lê dimînin jî 2 hezar Tl didin. Aslan, bilêv kir ku heqê kirêyan pir biha ye û got: "Krîza aborî heye. Heqedesta em distînin têra malê nake. Mirov nikarin kar jî peyda bikin. Heger nasek we tunebe ji xwe kes kar nade we. Rojekê kar heye rojekê tuneye. Em di dema şewbê de jî dişixulîn. Tu tevdîr nedihatin girtin. Tenê rojên qedexe dihatin ragiahndin em nediçûn kar. Pêvajoya vîrûsa coronayê pir bandor li me karkeran kir." 
 
KARKEREKΠ18 SALΠ
 
Diyar Ogel (18) ku tevî birayê xwe ji Hezex a Şirnexê hatiye Bodrûmê, anî ziman ku ji ber tunebûnê nikaribûye bixwîne. Ogel, bilêv kir ku 10 xwişk û bira ne û got, li malê tenê ew û birayê xwe dişixulin. Ogel, diyar kir ku xiyala wî ew e ku bixwîne û bibe xwedî kar û got, gava wextê kar dest pê dike li Antalya, Stenbol, Duzce û Bodrûmê karê înşeatan dikin. Ogel, bibîr xist ku cihekî ku karker tim lê bimînin tuneye û got: "Piranî em li ser înşatan, li fabrîkayan dişixulin. Em sibehê zû şiyar dibin. Em pêşî taştêya xwe dixwin û dû re diçin kar. Êvarî gava em tên em xwarina xwe çêdikin û avê dikişînin. Tu temînateke me ya sosyal tuneye. Cihê em lê xwarinê çêdikin û radizên heman cih e. Tu tevdîr nayên girtin." 
 
10 KES LI BA HEV DIMÎNIN 
  
Harûn Bîngul (27) ku her sal ji Wanê tê Bodrûmê bal kişand ser rewşa qawîşên ku karkaer lê dimînin û got, 7-10 kes li hemaan qawîşê dimînin. Bîngul, diyar kir ku di dema şewbê de Şaredariya Bodrûmê ji bo qawîşên karkeran tiştek nekiriye û dezenfektan jî nekiriye. Bîngul, anî ziman ku di dema şewbê de neçûye Wanê û got: "Ji bo karkeran cihekî jê re dibêjin piayasa heye. Em her sibeh li wir disekinin. Xwediyên karan tên karkeran dibijêrin, heger tu bêyî bijartin wê rojê tu diçî kar, neyê bijartin wê rojê naşixulî. Berê pergala koletiyê hebû. Niha tenê naavê koletiyê guheriye." 
 
Bavê 7 zarokan Fethî Bîngul (50) jî ji Wanê hatiye. Bîngul, destnîşan kir ku pirsgirêka mezin a karkeran cihê mayînê ye  û got, par ji ber cihê mayînê tunebûye li înşeatan razane. Bîngul got: "Em avêtind erve. Em çûn qeymeqamtiyê. Qeymeqam ji me re got 'li înşeatan bimînin.' Dû re polîs hatin em derxistin. Li vira heqê kirêya 3 hezar Tl ye. Şaredariya CHP'î beriya hilbijartinê beriya hilbijartinê soz da karkeran. Got, wê ji bo karkeran cihekî baş çêbike. Piştî hilbijartinê her kesî derxistin derve. Gotin 'Şaredariya me 24 saetan vekiriye, hûn dikarin lê rûnên.' Wexta em çûn em nexistin hundir. Kes guh nade meseleya me." 
 
MA / Esra Solîn Dal