'Tazmînata kidemê mertala karkeran e'

img

ÊLIH – Nûner û endamên sendîkayên li Êlihê anîn ziman ku bi dewrkirina tazmînata kidemê ya ji bo fonê tê xwestin ku fatûreya krîzê li karkeran bê birîn. 

 
Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan, di çarçoveya pakêta "Mertalê Îstihdamê" de Pergala Teqawidbûyîna Temamker (TES) ragihandibû. Piştî vê dewrkirina tazmînata kidemê ya ji bo fonê bû rojev. Nûnerên sendîkayên li Êlihê û karkeran anîn ziman tazmînata kidemê mafekî wan e ku bi bi dest xistine û pêşeroja zarokê wan e.
 
'XETA ME YA SOR E'
 
Serokê Şaxa Sendîkaya Petrol-Îş a Êlihê Şehmûz Kaygûsûz, anî ziman ku di pêvajoya pandemiyê d ehikûmet berê xwe day edestkeftiyên karkeran û got: "Rewşa aborî ya welêt li be rçava ye. Lê çavê wan lê ye tazmînata kidemê dewrî fonê bikin." Kaygûsûz, destnîşan kir ku ev êrîşeke li ser mafê karkeran. 
 
Kaygûsûz ku ji bo tazmînata kidemê got "xeta me ya sor e" destnîşan kir ku çi dibe bila bibe wê tawiz nedin û got: "Li vira mafekî hatiye bidestxistin heye. Tazmînata kidemê pêşeroja zarokan e. Em ê li ber vê yekê rabin." 
 
Endamê Sendîkaya Yol-Îş'ê Selîm Ertaş jî destnîşan kir ku tazmînata kidemê temînata teqawidbûyînê ye û got: "Çima hin kes di ser heqê me re hin hesaban dikin?" 
 
'TAZMÎNATA KIDEMÊ MERTALA KARKERAN E' 
 
Pisporê Rêxistinbûyînê yê Sendîkaya Derî-Teksê Hamît Yildirim jî destnîşan kir ku heger tazmînata kidemê ji holê bê rakirin wê qirkirineke mezin çêbibe. Yildirim, got: "Hebûna tazmînata kidemê mertaşa karkeran e. Heger ev mertal bê rakirin wê xebata bitemînat ji holê rabe. Wê cinayetên karî zêde bibin." 
 
FONA BETALIYÊ 
 
Nûnerê Cihê Kar ê TUPRAŞ'ê Lokman Akkûş jî destnîşan kir ku îqtidar bi vî awayî dixwaze xwe ji krîzê xelas bike. Akkûş, bilêv kir ku tazmînata kidemê tim di rojev îqtidraê de ye û got: "Kardêr tazmînat kidemê mehê sî rojî dihesibîne. Lê heger dewrî fonê bê kirin wê ev dem kêmtir bibe.  Fona betaliyê dewrî fonê hat kirin. Tiştên hatin serê fona betaliyê wê bê serê tazmînata kideê jî." 
 
MA / Metîn Yoksû