Berê hezar lîre cîro dikirin niha nikarin sîfteh bikin

img

WAN – Li Wanê esnafên Bazara Mezin a Rûs diyar dikin ku ew ji ber ew nikarin kar bikin ya dibin deyndar an jî neçarin derabeyên xwe bigirin. 

Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê esnafên Bazara Mezin a Rûs ji ber krîza aborî ya deyendar dibin an jî neçar in derabeyên xwe bigirin. Esnafan diyar kir ku piştî pêvajoya pandemiyê karê wan hin bêtir nebaş bûye û ew nikarin kar bikin. Esnafan got her roja ku diçe deynên wan ên wek kredî, kirê û ceryanê her ku diçe zêde dibe û ew dixwazin alîkariya wan were kirin. 
 
HIN ESNAF TIŞTEKÎ NAFIROŞIN 
 
Seyfettîn Zorba ê 30 sal in li bazarê esnafiyê dike diyar kir ku carna bêyî ku sîfteh bike dikana xwe digire diçe malê û bi vîrûsa koronayê re ji sedî 90 karê wan kêm bûye. Zorba got: “Ji ber şertên heyî yên aboriyê însan êdî nikarin danûstendinê bikin. Li bazarê hemû esnaf wek hev in û derdê wan yek e. Êdî wisa bûye ku esnaf nikarin kirêya xwe bidin. Esnafan berê rojê hezar lîre cîro dikirin lê niha rojê 100 lîre an jî 150 lîre tiştan difiroşin. Hin esnaf bêyî ku ku tiştek bifiroşin dikanên xwe digirin û diçin malên xwe. Ez kelûpelên diyariyê difiroşim. Di rewşek wiha krîza aborî de kelûpelên diyariyê nayên bîra kesî.” 
 
‘DEYN BÛNE BARÊN GIRAN’ 
 
Zeynel Abidîn Akbaş ê 25 sal in li bazarê esnafiyê dike jî destnîşan kir ku karê esanfên li bazaran û navendên danûstendinê hatiye asta qedandinê û wiha got: “Ez karê zucaciyê dikim. Beriya şewba koronayê jî karê me nedibû. Lê piştî pandemiyê kar ji binî ket û karê me nabe. Ew ên tomerîforişiyê dikin hem tomerî hem jî perakende firotinê dikin. Ev jî li ser me dibe zerar. Ji ber vê em nikarin kar bikin. Em nikarin heqê kirê û fatûreyên xwe bidin. Em di rewşek tengav de ne. Deynên esnafan bûye barek giran. Êdî nikarin deynên xwe bidin. Heke krîza aborî wisa bidome, em ê hemû derabeyên xwe bigirin.”