ÎSÎG: Di 6 salan de Hezar û 925 kakerên teqawît bûn qurban

img
STENBOL - Meclîsa ÎSÎG'ê diyar kir ku di navbera 2013-2019'an de herî kêm Hezar û 925 karkerên gihiştine temenê teqawîtiyê di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane. 
 
Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG), têkildarî rewşa karkerên di qezaya kar de jiyana xwe ji dest dan rapor amade kir. Li gorî raporê di navbera salên 2013-2019'an de Hezar û 925 karkerên ku temenê wan hatiye asta teqawîtbûnê jiyana xwe ji dest dane. Meclîsa ÎSÎG'ê daxwazên xwe jî anî ziman û wiha got: 
 
“ *Divê karker piştî xebata salekê  karker teqawît bibin. Divê şert û mercên karkeran bê başkirin. Divê temenê teqawîtbûnê bê daxistin. 
 
* Tevê tewawîtbûn ne li gorî temen be. Divê mafê teqawîtbûnê bê naskirin. 
 
* Divê karker bê sîgorta neyên xebitandin. 
 
* Divê hemû mafên ku tazmînta bi qedem qezenç kirine bên parastin. 
 
* Divê her cureyên xebata sist bê qedexekirin."