Li Amedê ji sedî 82’yê fîrmayan ji pandemiyê bi bandor bûn

img
AMED – Li gorî lêkolînekê li Amedê ji sedî 82’yê fîrmayan ji pêvajoya pandemiyê bi bandor bûne. Fîrmayan, di vê povajoyê de hilberînê rawestandine, kêm kirine û derbarê nîv hilberandinê bûne. 
 
Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) û Herêma Pîşesaziyê ya Organîzeyê (OSB), bi xebateke hevpar derbarê bandora vîrûsa koronayê ya li ser fîrmayên OSB’ê rapirsînekê kirin. Di rapirsînê de ji 212 fîrmayên OSB’ê bi 152 fîrmayan re di navbera 11-12’ê gulanê de rû bi rû hevdîtin hatiye kirin. Encamên rapirsînê bi daxuyaniyeke nivîskî hatin ragihandin. Li gorî vê rapirsînê li Amedê ji sedî 82’yê fîrmayan ji pêvajoya pandemiyê bi bandor bûne. Fîrmayan, di vê povajoyê de hilberînê rawestandine, kêm kirine û derbarê nîv hilberandinê bûne.