Hê jî Borseya Heywanan nehatiye vekirin

img

AMED - Borseya Heywanan ku ji ber tadîlatê hatibû girtin, hê jî nehatiye vekirin. Cambazên ku li deverên dorvekirî heywanên xwe difiroşin, hem bi xetereya şewba vîrûsa coronayê re rû bi rû dimînin hem jî bi qezayan re. 

 
Piştî pêvajoya asayîbûnê li gelek bajaran borseyên heywanan hatin vekirin, lê belê li Amedê Borseya Heywanan ku bi hinceta tadîlatê hatibû girtin hê jî nehatiye vekirin. Ji ber vê kesên heywanên xwe difiroşin li deverên vekirî difiroşin. 
 
Tahsîn Derîn, diyar kir ku ji zû ve ji wan re hatiye gotin ku dê borseya heywanan bê vekirin lê belê zêdetirî 3 meh in di şert û mercên zehmet de alvêra heywanan dikin. Derîn, got: "Em ji mecbûrî li vira difiroşin. Gelek ji Qers, Agirî, Wan, Colemêrg, Êlih û bajarên din tên vira alvêra heywanan dikin. Beriya cejnê ji me re gotin em ê vekin lê hê jî venekirine. Hela li vê gemariyê mêze bikin. Giş dikeve qirika me. Her wiha ji ber ku nêzî rêya jî qeza çêdibin. Bila bazar bê vekirin." 
 
‘JI XWE REWŞA ME NEBAŞ E' 
 
Mehmet Çelîk jî destnîşan kir perîşan bûne. Çelîk, bibîr xist ku ji ber bazar nêzî rê ye 3 roj berê qezayek çêbûye û mirov birîndar bûne. Çelîk, anî ziman ku ji ber vê hem ew hem jî heywanên wan bi mirinê re rû bi rû ne. Çelîk, got: "Em saet di 1'ê şevê de tên heya 11'ê sibehê li vira disekinin. Ji her derî mirov tên vira. Serê heywanê heqê têketinê 5 TL ye. Tê gotin wê zêde bikin. Ji xwe rewşa me nebaş e, wê nebaştir bibe. Bila cihê me yê berê vebe. Heger venebe an em ê ji ber şewbê an jî ji ber qezayan bimirin." 
 
Alî Yilmaz jî diyar kir ku tam 3 mehan di nav toz û tebarê, kêzik û duxanê de maane û got, ji be rşewbê reviyan lê hatine hêlîna şewbê. Yilmaz, anî ziman ku ji Mêrdînê hatiye û got: "Ji Çewlig, Sêrt, Dîlok, Qers û gelek bajarên din mirov tên. Bazar nebe em nikarin hyewanên xwe bifiroşin." 
 
Yilmaz, xwest rojek berî rojekê bazar bê vekirin. 
 
MA / Fethi Balaman